Saturday, Mijdar 27, 2021

Çîroka Xiyanetê

Min ew di daweteke gundê me de nas kir û çavên me bi çavên hev ketin, em bûn evîndarên hev û piştre jî em bi hev re zewicîn… Û pênc zarokên me çêbûn. Heta roja ku ket destê çeteyên DAIŞ’ê jî em evîndarê giyana hev bûn. Rojekê wî dilê min neêşand û di hemû jiyana xwe de ji min re gelek baş bû. Lê bêbextiya felekê, dewletên komploger bi hevkariya PDK’ê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê bera pêsîra gulistana Şengala mala kurdî dan û bi destê qelereşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê Heyderê min dîl hat girtin û pişre jî ligel komeke mêrên êzidî hatin şehîdxistin…

Wî gelek baweriya xwe li pêşmergên PDK’ê anîbû, heta kêliya dawî jî digot ‘wê pêşmerge me biparêzin, ez Şengalê û gundê Gir Zerkê naterkînim û bi we re nayêm.’ Neviya min a biçûk Rihanê her çendî destê bavê xwe dikişand jî lê tevî wan hewldananên wê, ew ji cihê xwe ranebû, bi ser de jî bangî me dikir û digot ‘hûn jî neçin, wê pêşperge me biparêzin.’ Di guhê min de ew gotina wî ya dawî bû. Piştî wê kêliyê êdî min qet dengê wî nebihîst!

Şopên çîrokên jinên êzidî

Em carek din ji bo pirtûkxaneya Rojnameya Xwebûnê li pey şopên çîrokên jinên êzidî yên Şengalê ketine rêyek dûr. Li gundê Gir Zerkê yê Şengalê, bûne mêvanê dayika Gewrê Xelef. Dayika Gewrê li ser vê axa bereket temeneke bi êş jiyaye. Me ew seat di çarê berbanga sibehê de li ser nimêjê zevt kiribû. Di ola Êzdayetiyê de nimêja rojê, çanda kurdan a kevnar e. Çimkî çand û baweriya kurdan a qadîm, çanda Êzdayetiyê de hîn jî heye.
Ez û hevalê xwe yê rojnemevan Yaser, ber bi dayê ve diçin, ew jî bi dileke germ û bi rûkenî silava me vedigerîne û cihê rûniştinê nîşanî me dide. Piştî kêliyeke rûniştinê, em hema meraqa dilê xwe jê re dibêjim; “Dayê te di nimêja xwe de çi lave û daxwaz ji roja me re kir?” Dayê Gewrê bi kesereke bêhn lê çikayî û xemgîn ji nava kezeba dilê xwe kişand û hîn zêdetir xwe nêzî min kir û got: “Ez her roj berbanga sibehê radibim, ji bo dîlên êzidiyan ên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane lave dikim. Di lavên xwe de dibêjim, kesên ev fermana reş bera pêsîra civaka êzidiyan dayî mala wan wêran bibe. Xwedê mala PDK’ê bi ser wan de xopan bike.”
Dayê Gewrê Xelef girêdayî bajarê Şengalê li gundê Gir Zerkê di sala 1951’an de ji dayik dibe. Bajarê Şengalê, li qiraxa Çiyayê Şengalê hatiye avakirin; aliyekî wî dikeve deştê, aliyekî wî jî pala xwe dide çiyayê Şengalê. Şengal di nav deşta erebî de weke baxçeyeke gulan ên kurdî diyar dibe. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dayê Gewrê 66 saliya xwe tevî sê bûk û neviya xwe, çeteyên DAIŞ’ê wan dîl digirin û nêzî deh caran serçeteyên DAIŞ’ê dayê Gewrê ji bo xizmeta mala xwe difiroşin hev…

Tirs û xof serdest bûn

Piştî ku em kurteçîroka dayê Gewrê guhdar dikin, bi rûyeke beşişî, bi kesereke xemgîn û bi çavên hêvî ji wan dibare ji me re qala çîroka xwe dike û wiha dibêjê: “Şeveke tarî bû û tu kes hevdu ji nêz ve jî nedidît. Hilma germahiya havînê li ser şevê ketibû, tirs û xof serdest bû. Tirseke mezin ketibû ber her deriyê malên êzidî. Vê tirsê pêşiya hewara Melekê Tawis jî girtibû. Ez li ser cihê xwe nenivîstibûm, çavên min vekirîbûn. Bêhn li min çikiyabû, min qet nedikarî hilmê jî bistînim. Weke 100 mirov ji min re bibêje ka rabe; bi rabûna min re, ji nişkan ve deng bi çekan ket!…

Sehwa mirinê…

Heyder serê xwe ji nav nivîna xwe rakir û got ‘netirsin pêşmerge çekên xwe diceribînin, ew ê me biparêzin.’ Lê belê em çi bibînin, heta berbanga sibehê mirov weke kerî ketin pê hev û bû qîreqîra wan. Qîrîna mirovan li ber erşê ezmanan olan dida. Zarok di ber pêsîrên dayikên xwe de dinalîn, qîr û hewara xelkê bû. Hewara dayikan tarîtiya şevê diçirand. Di wê şevê de du pîremêrên çeteyên DAIŞ’ê em nêzî hezar mirovî zêdetir kom kirin û ji me re gotin, her yek ji we paçeke spî bixin destê xwe û em ê piştre we bibin malên we…”
Hîn dayê Gewrê gotinên xwe neqedandibû, carek din ez ketim navbera gotinên wê û min jê pirsî: “Ma çeteyên DAIŞ’ê tenê du pîremêr bûn? Ma hûn çend kes bûn? Ma gelo qet kesên ku xwedî cesaret be û destwerdanê bike di nav hezar kesan de tune bû?”
Dayê Gewrê carek din kesera xwe kişand û bi berdewamî got: “Sehwa mirinê ketibû dilê me herkesî û çok û qudûmê me tevan şikestibûn. Kesekî ji tirsa nedikarî henase bêhnê bistîne. Mala wan bişewite û agir bi mala wan bikeve. Dê li ewladên xwe nedibû xwedî lawo!”

Di bêdengiya şeva reş de

Dayê Gewrê bêrawestan gotinên xwe wiha didomîne: “Piştî em li qamyonan siwar kirin, her sê bûkên min û neviya min Rihanê jî li wê qamyonê siwar kirin. Em birin Teleferê, piştî çend seatan em li Teleferê man, di wan çend seatan de hinek çeteyên din jî hatin wir. Ew kesên hatin, erebî, tirkî û biyanî bi hev re diaxivîn. Carek din em li qamyonan siwar kirin û em birin zindana Badûşa… Zindana Badûşa di navbera Teleferê û Şengalê de bû. Xortên me yên ciwan hemû kirin wê zindanê. Me li ser jiyana wan tiştek nedizanî, tu kesan ji tirsa nedikarî ewlad û zarokên xwe jî pirs bike. Wê şevê em li zindana Badûşayê man. Ji tirsan kesek nedikarî xew bike. Di bêdengiya wê şeva reş de, du çeteyên rih dirêj, hatin du keçên 18 salî birin! Dema ew jinên ciwan birin agir ket nava kezeba min de. Dilê hinek dayikan tavilê di wê kêliyê de sekinîn. Lê kesekî ne dikarî ji tirsan dengê xwe derbixe. Tenê qîre-qîra wan herdu keçên bedew ên di nava lepên gurên har de me dibihîst û em bêçare bûn…”
(dê bidome)