Thursday, June 24, 2021

Çîrokên bê navend û bindestiya serdest(!)

Di hunerê de hin berhem hene ku mirov gelekî aciz dikin. Wekî mînak jî ev berhem gelek in… Ev acizî di edebiyatê de ji bo demeke dirêj, bêhtir mirov aciz dike. Objeya sereke ya edebiyatê mirov e, xweza ye û hwd… Loma jî heqîqet e. Ji ber ku bi awayekî ji awayan heqîqet e, heqîqet jî pirî caran mirov aciz dike. Nivîskar bi çi şêwazê vebêje hîç ne xem e lê xwendevan wê berhemê li gorî “rastiya xwe” dixwînin û şîrove dikin û acizî jî wekî mafê wan e êdî. Belkî jî nivîskar rê li ber dayina vî mafî vedike…

Edebiyat ne mecbûr e her dem tiştên li gorî dilê me bike mijar û vebêje, gelek caran divê berovajiyê vê xweşiya dilê mirov, divê acizî û bêhizûriyê bike mijar. Ev jî xwedî cihekî girîng e di qada edebiyatê de.

Romana Îrfan Amîda ya dawîn DERÎ VEKIRÎ BIHÊLIN WÊ HECHECÎK VEGERIN di dawiya sala 2020’î de çap bû; metneke bi wî rengî ye di her kêlî, her çîrok û her bûyerê de xwendevan aciz dike. Ev acizî ji heqîqeta jiyanê tê û nivîskar di wir de bi hevsengiyeke gelekî hostane roman honandiye. Ji ber di romaneke tijî têgih de, di nava tenêtî, bêkesî, bêçarebûn û çîrokên bi ser çîrokeke din ve girêdayî gelekî zehmet e nivîskar bi van têgihan mirov aciz bike. Ji ber ku bi hostetî neyê honandin, êdî çîrokên maxdûriyetê dertên pêşberî xwendevan. Di vê romanê de xwendevan hest bi maxdûriyetê nake lê aciziyeke dertê holê. Ew acizî jî ji xurtiya pênûs û hunerê ye ku dikare xwendevên aciz bike: Huner e…
Îrfam Amîda di romanê de çîrokên xwe bi karakterên wekî Nesîma, Zerga, Şîlan, Hêlîn,Mazlûm, Zerîfa, Sozdar, Xalê Osman û çendekên din bi ruh kiriye. Ev karakter temsîlî dibin qehremanên şerekî û xwendevan çavgirtî dibe qada aciziyê. Xwendevan dibe qada şer. Şer e, şerekî şervan jî jê re ne amade ne(!) Xalê Osman çîrok û formulasyona çûn û vegerê ye.

Nivîskar bi awayekî gelekî zîrek, bi dan û standina Xalê Osman û Şervan a li paş deriyên ku taliyê ji bo serdemekê tê girtin de nîqaş û minaqeşeya hebûn û serkeftinê re, bi Zerîfayê, bi hesta jineke Kurdî şîfreyên serkeftinê dide vegotin. Roman her ku diçe li hev digere û gerînek zêdetir dibin.

Romana Îrfan Amîda, Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin û ya Tim O’Brien a bi navê “The Things They Carried(Tiştên Ew Hildigirin(!))” gelekî dişibin hevûdu. Di jêrzemîn û dengên hundirîn û bingehîn de dengê helîkopter, şer û mîtralyozan e… Xwendevan xwe di nava şer de hîs dikin. Di vê atmosferê de şer êdî dibe seansên rojane yên jiyana asayî. Îrfan Amîda di romanê de çîrokên jiyana wan kesên di romanê de, bi çîrokeke din dewam kiriye; ya rastî bi çîrokeke din nixumandiye û çîroka nû jî ji bo em/xwendevan lê zêde bikin nîvco dihêle. Her cara ku xwendevan çavên xwe vedikin, deng belav bûbe jî toz û xumama şer xwe bi mijangên xwendevên ve digire û êdî xwendevan nikare xwe ji atmosfera şerê nîvcomayî dûr bixe. Ji ber xwendevan her çiqas bixwazin ber bi kakil û navenda çîrokeke di romanê de biçe jî hêzeke manyetîk a giştî ya romanê û çîrokên bi ser hev ve nahêle xwendevan nêzî navendê bibe û xwendevan ji dûr ve, ji qeraxa çîrokan ve tenê dibe temaşevan. Lê di temaşekirina wan çîrok, bûyer û karakteran de, xwendevan têdigihîje ka ew ji kîjan mekan û zemanî hatiye û wê kêlîkê li pêşberî rista xwe pêk tîne. Hemû şax û bendên di romanê de ku wekî çîrokên bi ser hev ve digihîjin xwendevên bi êş, bêçaretî, bêkesî, têkçûn, xwîn û girîna xwe êdî çîrokeke serdest a civakê ye. Ji bo vê serdestîyê bi londeran hevok hene di romanê de, mînakek jê ev e: “Lê dengê wê, ligel sistiyê jî tîna dengê wê li xwe neşikenand. (r.151)” Dema hemû çîrok û qewimînên romanê dikevin ser hev, tu tiştekî li xwebûna xwe naşikîne.

Îrfan Amîda di romana xwe de, bicihkirina çîrokên bênavend esil di nava hewldanê de ye ku derbê li çîroka esasî bixe. Dema ku derb li çîroka esasî bikeve wê demê wê çîrok dest pê bike. Lê ew derb jî ji xwendevanan re hiştiye.

Di romana Îrfan Amîda de, mekan, obje, deng, ba, şev, reng û hemû tişt wekî metaforîk di nava valahiyekê de bi zemên re zindî bûne. Temsîliyeta wan têgihan û aciziya mirov di çarçoveyeke hunerî de, bi awayekî ji manewiyatê wêdetir rastî û xeyalê digihîne hev.
Piştî xwendineke bihûrgilî, romannûs bi tu awayî nikare midaxaleyî îmaja xwendevan bike. Xwendevan ji derveyî metnê çîrokên di romanê de digihînin hev û heger xwendevan zêde kûr bajo bi rehetî valahiya çîrokan bi xwe jî dadigire.

Di bêçaretî, bêkesî, tenêtî, valahî û hemû çîrokên nîvcomayî de Sofî Kîsik bêhna aîdiyet û xwedîtî/mulkiyetê tîne bîra mirov.

Di romana Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin de tenê ew îhtimal heye ku xwendevanên mîna min dûrî helbestê dê jê aciz bibin, ew jî ev e; Vegotina bi hevokên şikestî(!) (Heger di vê xalê de ez jî ne wekî Sofî Kîsik heynik bim!)

Piştî xwendina romanê, ya di binhişê mirov de dimîne; dengê tang û top û mîtralyoz û helîkopteran e ku êrîşî ruhê madî û manewî yê mirov dike. Sînorên madî li bin guhê hev dixe. Gotinê Zerîf rê dide mirov bide pey rêyeke dîtir: “Çîroka agir lê nabihure her di xwe de dişewite.(r.213)” Û derî ji bo demekê û ji bo hinekan tê girtin. Îrfan Amîda mifteya derî êdî dide mista me xwendevanan…

Derî Vekirî Bihêlin Wê Hechecîk Vegerin, Îrfan Amîda, Roman, 216 rp. Weşanên Lîsê, 2020

Naveroka berêPîl
Naveroka ya piştî vêMîrateya Demokrasiyê