Rojnameya Heftane

Çîrokên ferhengeke jinane
“Kesî bi qasî min ji te hez nekir”

Di “Kesî bi qasî min ji te hez nekir”ê de serpêhatîyên cografyayeke bi sedan salan e ji rêzê maye yan jî hatiye hiştin bi wêrekî vedibêje. Di çîrokên ku di pirtûkê de cih digirin de, peyvên ku hatine bikaranîn an jî hevokên ku hatine sazkirin ferhengeke xurt a jinane ya Kurdistanê li ber me radixe… “Pora min çiqas reş e, vê reşîyê masûmiyet û pakî bi min ve nehiştiye, rûyê min dişibe rûyê keçeke sûcdar.” Di çîroka Dostaniya ligel sêvê vê ferhenga jinane gelekî bi hosteyî nîşanî xwîner dide. Di gelek çîrokan de gelek hevokên ku tenê di ferhenga jinane de dikare bibe xwedî gewde balê dikêşin. Seher Resayî di çîrokên vê berhemê de, jiyana zor û zehmet a jinan ku mesele ne tenê ew û serpêhatîyên wê yan jî yên keçekê ne. Di her çîrokê de bêhtir diyar dibe ku çîrokên hemû jinan xistiye qefesa sînga xwe yan jî ya jineke tekane û bi sewt û olana xwe, li ser navê hemû jinên ku “rûyê wan dişibe rûyê sûcdaran” û bi hevokên ku bi sedsalan hatine parzûnkirin derpêşî civaka baviksalarî dike…

Nivîskar di çîrokên xwe de qet ne bi merhamet e û jixwe ya ku çîrokên wê û vê berhema wê derdixe pêş jî ew xedarîya wê ya bi wêrekî ya dijberî qedera jinên ku rûyên wan dişibin ên sûcdaran e. Di çîroka Êvara Firrînê de van sûcdarên sedsalane(!) wisa vedibêje; “Ez zarok bûm, gava bi min re diaxivî, gava behsa maçên xwe yên heram dikir winda dibû, em winda dibûn. Min nedizanî xiyanet, maça heram, îtiraf û birûtîqijilîn, bidestxwenebûn ma’neya wan çi ye.”

Ya rast nivîskar bi rûyekî wêrek û paqij dajo ser “sûcdarîya xwe” ku civakê li ser ferz kiriye. Di çîroka “Roja diziya desmalkan û maçên heram ên bavê min” de, çîroknûs wêrekîyê û hunera çîroknûsîyê derdixe lûtkeyê û şikestina jinan a ku ji nivşekî xwe gihandiye nivşekî din, bêyî metirsî lê bi keser û bi giranîya ser dilê xwe rewşa civakî ya jinên welatê xwe vedibêje. Mînakên min ‘heta niha destnîşan kirine, xetereyekê jî di nava xwe de di’hewînin û kesê/a bixwîne kare bêje qey jin weke metayekê di qebûla nivîskar de cih girtiye. Lê na, helwesta lehenga vê çîrokê serhildaneke qewîn a bêdeng bi xwe ye; Lehenga ku bavê wê û dostika wê li odeya razana dêya wê bi hev şa dibin, sal û dem dikeve navê bi heman awayî mêrê wê û dostika xwe bi hev şa dibin, lê lehenga çîrokê nikare wekî dêya xwe tehamul bike û vê rewşê qebûl bike, tenê radihêle pêlavên xwe û bi temamî DIÇE.

Seher Resayî di çîrokên vê pirtûkê de tenê li ruhê jinê asê namîne û bi wêrekî pênûsa xwe li ser hemû bedena jinê digerîne û bi wê jî namîne gelekî bi wêrekî rewşa ne li rê ya yekbûna laşê jin û mêran davêje rasta hewşê ya ku lehengê wê destmalk lê didizî…

Di hevoka dawîn a çîroka dawîn a pirtûkê –Newhirandinê Tenayîyê- ku dibêje; “Bila bê bîra te ez siya te me, sî”em li xwe û rastîya xwe hay dibin ku di hemû çîrokan de leheng em bi xwe ne û çîroknûsê tenê vebeyîna me yan jî siya me vegotiye.

Kesî bi qasî min ji te hez nekir-Kurteçîrok- Resayî, Seher (Ji Soranî bo Kurmancî: Osman Mehmed), 2013, Avesta

Kesî bi qasî min ji te hez nekir-Kurteçîrok- 92 rp, Resayî, Seher (Ji Soranî bo Kurmancî: Osman Mehmed), 2013, Avesta