24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîrokên muzîka cazzê bi kurdî nîqaş dikin

Di bin banê saziya Komeleya Mezopotamyayê ya Muzîka Cazzê û Çanda Reqsê de bi alîkariya ‘Qad Ji Bo Çandê ’ (Girêdayî Enstîtutiya Geotheyî ye) dê komek ciwanên ku bi dans û muzîka cazzê re eleqedar in, bi navê Dem û Cazzê dest bi bernameyeke radyoyê bikin. Projeya dê bi kurdî dest bi weşanê bike, niha bi awayê onlîne dest bi xebatên xwe yên atolyeyê kiriye. Bernameya muzîka cazzê dê di dawiya meha cotmehê de dest pê bike.

Projeya Dem û Cazzê ya wê li ser qenala ‘Radyo Amed’ê dest bi weşanê bike, bi nevarokên dans û muzîkên cazzê  ji aliyê 12 kesan ve hatiye amadekirin. Ev beşdar dê di serî de tev li atolyeya Dem û Cazzê bibin û pişt re jî dê nîqaşên sosyolojîk heta yên antropolojîk û hwd. li ser muzîkê werin kirin. Der barê mijarê de Koordînatorê Projeya Dem û Cazzê Haznî Demîr diyar kir ku li Amedê kesên radyoya xwe vekirin bila li kêleka  dengbêjan dengê muzîka cazzê jî bikin.

Haznî Demîr (26) di projeya Cazz û Demê de koordînatorê projeyê ye. Demîr piştî ku di zanîngehê de beşa civaknasiyê xelas dike, dest bi dansên cazz û muzîkê dike. Li Amedê hem bi koordînatoriya projeyên ku ji aliyê  Komeleya Mezopotamyayê ya Muzîka Cazz û Çanda Reqsê tên meşandin dike hem jî asîstanî û mamostetiya reqsa cazzê dike.

Cazz û temayên civakî

Demîr di axaftina xwe de qala naveroka projeyê kir û ev tişt anî ziman: “Ev proje ji aliyê 12 kesên ku di mijarên reqs û muzîka cazzê de pispor in tê amadekirin. Bingeha bernameyê jixwe li ser muzîka cazzê ye û bi temayên civakî em ê bernameyên xwe bi hev ve girê bidin. Mijarên mîna cazz û jin, cazz û nijadperestî, caz û sektora şahiyê, caz û hevbandoriya çandên cuda de amade bikin. Di nav demê de li gorî daxwaziyan dê ev mijar werin zêdekirin.”

Haznî Demîr der barê projeya radyoyê de diyar kir ku bername dê tenê saetekê berdewam bike, nîvê vê bernameyê muzîkê be û nîvê din jî li ser van muzîkan nirxandinên kurdî bin. Di serî de beşdar bi çîrokeke cazzê (ya mîna dema jineke ku bi stranên xwe yên cazzê derketî ser dikê zehmetiyên çawa jiyaye, çi hîs kiriye û hwd.) dê dest bi bernameyê bikin. Bi temayên cuda dê ev bername berdewam bike.

‘Bila bi kurdî werin nîqaşkirin’

Demîr bal kişand ser armanca projeya Dem û Cazzê û da zanîn ku bi vê projeyê dixwazin di radyoyên Amedê de dengê muzîkên ku xwedî dîrokeke balkêş in jî hebe û li kêleka dengê dengbêjan dengê muzîka cazzê jî bilind bibe û wiha pêde çû: “Bi vê projeyê me xwest ku gelek mijarên civakî bi rêya nîqaşên muzîkê jî werin ser ziman. Ji ber ku muzîka cazzê di esasê xwe de ji bingeheke civakî derketiye holê. Em dixwazin mijarên mîna cazzê jî bi kurdî werin nîqaşkirin.”

‘Mijar cuda ne, çîrok yek in’

Di dawiya axaftina xwe de Haznî Demîr anî ziman ku her çiqas cureyên muzîkan ji hev cuda bin jî çîrokên wan yek in û wiha got: “Em dixwazin di lîteraturê de dema hin kes ketin nav lêgerînan cureyên muzîka cazzê, nîqaşên li ser vê mûzîkê yên bi her zimanî hatine kirin, bi kurdî jî werin kirin. Ji ber ku em ê bernameya xwe bi kurdî amade bikin, em bi kelecan in.”