Rojnameya Heftane

Çîrokên Temirandî

Di edebiyatê de hewldan her dem rê li ber nivîskar û berheman vedike. Ev yek wekî jan û tevzîyên zayînê ye… Piştî êş, jan û wan tevzîyan mirov dikare bi berhemê şa bibe. Di rastîya xwe de ya ku em pê şa dibin hewldana nûjenîyê ye…

Nûjenî di nivîsê de wêrekî û bixwebawerîyê divê, lewma jî divê nivîskar di vê rêyê de çavên xwe ji keleman neparêze. Bi gotineke dîtir divê mirinê bide ber çavên xwe. Ji ber ku helwest û hewldana nûjenîyê çawa ku mifteya serketin û mayîndebûnê dide destê nivîskar, bi heman awayî ku nivîskar di vê helwestê de bi ser nekeve rêya têkçûn û windabûna xwe jî vedike…

Lê heger nivîskar çavên xwe ji keleman biparêze wê demê çi dibe?

Di vê çarçoveyê de pirtûka çîrokan a Bahoz Baranî ya bi navê “Qîza Bavê Xwe” mînak e ku nivîskar çavên xwe çawa ji keleman parastîye. Hema bibêjî di hemû çîrokan de tişta ku çîroknûs kiriye afirînerîya hişî û çîrokî li hêlekê danîye yan jî nexwestîye/newêrîye bi zimanê xwe yê bi rastî jî di vê pirtûkê de gelekî şahîk e çeperên çîroknûsîyê ya rastir qet nebe ya çîroknûsîya xwe derb bike. Bêguman di berhemeke xurt de ya ku derdikeve pêş ne tenê dirûv û naverok e, yekparebûna estetîk û hunerî ye. Xurtîya estetîk û hunerî jî ne di dubarekirina “yên kevin” de ye, di nêrîn, dîtin, keşfkirin, afirandin û berfirevkirina aso yan jî çeperên heyî de ye. Heta ku mirov zorê bidê, piştî qonaxekê êdî nûjenî redkirina yên heyî ye. Ev jî seqayeke ku nivîskar bi xwe û helwesta xwe diyar dike. Wekî afrînerê metnê, nivîskar dikare çiqasî rê û dirban li ber metna xwe, çîroka xwe veke? Girêka ku divê were çareserkirin jî ev e. Ew ê yên heyî bi awayê heyî dubare li ber me ro bike yan ew ê zorê bide çeperên metnê û asoyên dîtir li ber me û “çîroknûsîya me” veke? Ew ê bihêle ku xwîner piştî xwendina metnê pirsa “Êêêê?” ji xwe bike û li bersivên xwe bigere yan piştî xwendina her çîrokê ew ê çîrok jî li wir bitemire?  Heger armanca me tenê vegotina “tişt”ekî be(!) wê demê nivîskar çîroknûs bi rastî bi ser ketiye. Ji ber ku di meseleya zimên de, nivîskar gotinên xwe bi rastî jî wezinîye, teqilandîye, pîvaye û paşê wekî hevok saz kiriye da ku di xwendinê de mirov lê nelikume. Baş e, çîrok û çîroknûsî ew e ku mirov tenê nehêle xwîner di dema xwendinê de nelikume? Wê demê ka heyecan, ka nûjenî, ka raman, ka hişê çîrokê li ku dimîne? Mînak, “Sûc û Ceza”, berhem di bingeha xwe de bi xwîner re felsefeya exlêq nîqaş dike, berê xwîner dide asoyên firehtir. Jixwe di hemû berhemên edebî yên xurt de ev yek heye… Bêguman xurtîya berhemeke edebî ne tenê bi çîrok/bûyer an jî şêwaza vegotina nivîskar e. Bêguman ev hêmanên bingehîn in, lê ya ku berhemê xurt dike lêgerîn, pirs û bersivên ku xwîner bi xwe û hebûna xwe dibersivîne.

Di vê çarçoveyê de “Qîza Bavê Xwe” piştî xwendinê heta tu bibêjî apolîtîk dibe.

Heger bersiva “Êêê?” piştî xwendinê xwîner ber bi asoyeke din ve nebir, pirs li pirsê zêde nekir û bersivên ku ji metnê kûrtir in derneketin holê, wê demê nivîskar tenê tiştek kiriye: Bi zimanê xwe yê xurt çîrokên gelekî ji rêzê û qels nivîsandiye…

*BARAN, Bahoz – çîrok, 112 rûpel, Weşanên Wardoz, 2019