16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civak bi tenê tê hiştin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Cîhana me di rojên pir zehmet re derbas dibe. Erka her desthilatdariyê û hemwelatî ew e ku, di van rojên teng de bi hev re bibe alîkar. Lê mixabin hêzên desthilatdar mîna her carê pêdivî û daxwazên gel danîne milekî û li pey berjewendiyên xwe ketine. Desthilatdariya AKP û MHP jî di van rojên reş û tarî de daxwazên gel ji nedîtînê ve tê.

Ji ber vîrusa koronayê li hemû cîhanê tengasî ango krîzek heye. Di vê krîza heyî de welatên daxwaz û hewildanên wan berjewendî û tendûristiya civakê bûye heya redeyekê li himberî vê vîrusê serkeftinên pozîtif bi dest xistine. Lê desthilatdariyên vê rewşa xerab jinedîtî ve tên jî hene. Daxwaz û armanca van desthilatdariyan jî ew e ku di vê rewşa wisa kambax de civakê bi her awayî muhtacî xwe bikin û xwe wek hêz bidin nîşandan. Niha li Tirkiyê tişta desthilatdariya AKP û MHP dike ev e.

Hemû kesên bi rewşa dewleta tirk dizanin ango dişopînin di ferqa lîstik û xapandinên desthilatdariya Erdogan de ne. Di vê rewşa wisa xeter û xirab de jî desthilatdariya AKP û MHP cudakariyê dixe nav civakê û civakê parçe dike. Desthilatdariya xema wê aramî û xweşiya civakê be wê bi tu awayî destûr nede lîstik û komployên bi vî rengî. Lê mixabin desthilatdariya Erdogan ji roja destpêkê ve li pey berjewendiyên xwe ketiye û di van rojên wisa teng de êşên civakê jinedîtinî ve tê.

Erdogan di van rojên ji bo civakê pir zehmet in de jî bi derfetên dewletê propagandaya xwe dike. Li ser her pêdiviyên ku pêwîst e di van rojên wisa zehmet de ji hêla saziyên dewletê ve li civakê bên belavkirin jî logoya serokkomarê tirk heye. Bi awayekî herî hêsan mirov dikare di vê nêzîkatiyê de kesayeta Erdogan ya takekesî bibîne.

Em hemû dizanin ku rewşa dewleta tirk a aborî zêde ne baş e. Ger di vê rewşa aloz de tedbîrên baş neyên girtin wê ev rewş hîn xirabtir jî bibe. Lê mixabin di vê rewşa xeter de jî desthilatdariya AKP û MHP li pey berjewendiyên xwe ketiye û guh nade hesasiyetên civakê. Di van rojên karantînayê de ger dewlet ji bo civakê foneke hêja veneqetîne wê gelek tengasiyên civakî yên pir mezin derkevin.

Bêguman desthilatdariya AKP û MHP her tim bi awayekî pozîtîf nêzî alîgirên xwe dibe û beşên civakê yên din jî ji nedîtinî ve tê. Ev her tim wisa bûye. Di belavkariya alîkariyan de jî ev rastî derdikeve holê. Yanî mirov dikare bêje desthilatdariya dewleta tirk beşeke civakê ji xwe nabîne. Ev nêzîkatî bi her awayî înkarkirina hebûna mirovan e. Li Tirkiyeyê hêzek derfetên dewletê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev hêz rexneya ranake, ev hêz guh nade tu kesî, ev hêz amade ye ji bo berjewendiyên xwe hemû dewlemendiyên welat tune û zuha bike.

Rast e rewş pir xirab e. Em hemû di rojên pir zehmet re derbas dibin. Di van rojên wisa de ya herî girîng ew e ku mirov bi hev re bibe alîkar. Destê xwe bide hev û bi hev bawer be. Di rojên derbasbûn de me hemûyan dît ku tu plan û projeyên desthilatdariya AKP û MHP ji bo van rojên wisa teng û biêş nîn e. Lewma hemû hewildana wan ew e ku bikaribin xwe û hevalbendên xwe biparêzin hemû derfetên dewletê seferber dikin. Lewma em dibêjin desthilatdariya berjewendiyên civakê neparêze û nekeve bin xizmeta civakê her tim mahkûmî wendakirinê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê