19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civaka navneteweyî bêdeng e

Tirkiye li hember Bakur û Rojhillatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de şer dest pê kiribû û li ber çavên hemû cîhanê mafê mirovan binpê kiribû. Ligel hemû binpêkirinên mafan jî civaka navneteweyî pêkanînên dewleta tirk ji nedîtî ve hat. Di êrîşên hêzên girêdayî Tirkiyeyê de bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn û hê jî dibin.

Hefteya borî şandeyeke ji Belçîkayê çû serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şandeya ji endamên Parlamentoya Yekitiyê Kuen Metsu û George Dalmanî, Gerînendeyê Komeleya Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Philip Vanstatekiste, endama Komeleyê Rodî Melek, seroka rêveber a şîrketa Child Focus a Piştevanî û Parastina Zarokên Winda û Revandî serdana herêmên kirin. Şandeyê bi Rêveberiya Xweser û berpirsên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re civiya. Li gel wê jî serdana gelek saziyên civaka sivîl, kampên penaber û koçberan kirin ku ji ber êrîşên dewleta tirk û hêzên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber bûne.

Sûcên Tirkiyeyê paşguh nekin

Serokê Komîteya Têkbirina Terorê yê li Parlamentoya Belçîkayê Kuen Metsu, der barê nêzîkatiya civaka navneteweyî de axivî û diyar kir ku dewleta tirk mafên şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpê dike û divê civaka navneteweyî aliyekî paşguh neke û îtîrafê li aliyekî din neke.

Kuen Metsu piştî serdana xwe ya li herêmê axivî û qala çavderiyên xwe û bandora êrîşên li herêmê kir. Metsu diyar kir ku divê civaka navneteweyî sînorekî ji van êrîş û xeteriyan re deyne û wiha domand: “Di destpêkê de divê tifaqeke rastîn a navneteweyî hebe ku êdî kiryarên dewleta tirk qe. Ez ê vê di raporê de binivîsim û pêşkêşî hikûmeta xwe bikim. Ji ber êdî ev nayê tehemûlkirin û paşguhkirin. Ev tişt nayê qebûlkirin û me ev tişt di du rojên borî de dît.”

Binpêkirina mafên mirovan

Metsu aşkera kir ku divê Ewropa itîraf bike ku dewleta tirk kiryarên nerast pêk tîne û Ewropa li ser vê yekê bêdeng e û wiha pê de çû: “Em nikarin çavên xwe ji binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî mafên mirovan û binpêkirina serweriya herêmê re bigirin.”

Piştevanî pêwîst e

Di axaftina xwe de Metsu dilsoziya xwe ji gelên herêmê re bi taybetî ji gelê kurd re nîşan da û piştrast kir ku pêwîst e piştevaniya herêmê ji bo sekna li hember xeteriyan bê kirin û ev tişt anîn ziman: “Neteweya min flamenk e û ji vir ve dilsoziya xwe bi kurdan re nîşan didim. Ji aliyekî ve bi lêz pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi parastina nasname û nirxan û her wiha ji aliyê din ve jî bi piştevaniya têkbirina terorê heye.”

‘Kurd qehreman in lê belê…’

Metsu di gotinên xwe de ji DYA’yê xwest ku divê dewleta tirk rêz li sînorên dewletên cîran bigire, hişyar bike û bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî mafên mirovan ên li herêmê pêk tîne, qebûl bike û wiha got: “Ez dizanim kurd qehreman in lê belê pêwîstiya wan bi piştevanî û piştgiriyê heye.”

Koçber dixwazin vegerin

Serokê Komîteya Têkbirina Terorê yê li Parlamentoya Belçîkayê Kuen Metsu, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya vegerandina koçberên li Ewropayê yên bi piştevaniya navneteweyî kir û wiha got: “Min serdana kampa Serêkaniyê kir, li wir zêdetirî 12 hezar koçber ji ereb û kurdên bi zorê ji warên xwe koçber bûne hene. Ew koçber tenê dixwazin vegerin warên xwe, ew jî rewa ye û divê tevahî xebatan li ser vê yekê bikin.” BRÛKSEL