Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Civakên bi çanda dayikê tên birêvebirin

Navenda Nûçeyan

Çanda dayiktiyê ku bingeha avakirina civakbûnê ye, tevî hemû êrîşên zîhniyeta baviksalariyê jî di roja me ya îro de jî di hin civakan de hebûna xwe diparêze.

Beriya ku em derbasî civakên di roja me ya îro de çanda dayiktiyê didomînin bibin, divê em bi kurtasî çanda dayiktiyê û çanda baviksalariyê çi ye wan bizanibin.

Çanda dayiktiyê bi kurtasî ew çand e ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Berevajî çanda baviksalariyê di vê çandê de jin rêveberên xwezayî ne yanî rêveberiya wê jixweber derdikeve holê. Di çanda dayiktiyê de tu faktorên civakê nayê paşguhkirin, her kes xwedî erk e û li gorî erka xwe tev digere û desthilatdarî tune ye.

Lê çanda baviksalarî berovajî çanda dayiktiyê bi zext, talan, kuştin û hwd. hatiye avakirin. Di vê çandê de rêveberiya baviksalariyê ne xwezayî ye, bi zorê derketiye holê. Mêr bi êrîş û talankeriyê çanda dayiktiyê têk bir û li ser çanda dayiktiyê çanda xwe danî û wê jî wekî rastî pêşkeşî civakê kir. Di feraseta baviksalariyê de jin an bi temamî tune ye yan jî di rola ku mêr ji bo wê diyar kiriyê de ye.

Di roja me ya îro de jî hin qebîle yan jî komên biçûk hene ku ji aliyê jinan ve tên rêvebirin. Di van civakan de hema hema em dikarin bêjin ku bi tu awayî tundî, zilm, desthilatdarî û hwd. tune ye. Di pergala van civakan de jin li her qadê xwedî gotin in. Jin jiyanê bi rê ve dibin û civak li dora jinan teşe digire.

Hin civak û qebîleyên ku di roja me ya îro de ji aliyê jinan ve tên birêvebirin wiha ne:

Hopî

Civakeke çermsor e û bi sedsalan e li gundên bakur-rojhilatê Arîzonayê dijîn her wiha debara xwe bi cotkariyê dikin. Ev civak ji gelek klanan pêk tên û ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Di van klanan de her zarok dema bê dinê tev li klana dayika xwe dibe û di jiyana zarokan de ji bilî nasnameya dayikê tu nasnameya wan tune ye. Hopî her çi qas wek klanan bijîn jî di nav wan de beşa herî girîng a xizmeta binemalan e. Li her gundî du-sê binemal hene. Her binemal ji aliyê jina herî pîr ve tê birêvebirin. Di van klanan de karê çandiniyê ji aliyê mêran ve tê kirin lê debara wê teslîmî jinan tê kirin. Hejmara hopiyan roja me ya îro herî zêde 8 hezar e.

Cîvaka minangkabauyê

Civaka minangkabauyê ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin û qebîleyeke misilman e, li bajarê Bukittingi yê Endonezyayê dijî. Hejmara nifûsa civakê nêzî 5 milyon e û mîras ji dayikê derbasî zarokên keç dibe. Di vê civakê de berejavî civakên din jin dema bizewice qelend dide malbata zava. Ev kevneşopî maf dide jinan ku bibe xwediyê her tiştî. Di dema berdanê de mêr hemû mal û milkê xwe çi hebe dide jinê. Taybetmendiyeke din a vê civakê odeyeke taybet a jinan heye. Mêr dikare bi hevjîna xwe re rakeve lê divê mêr bi derketina rojê re rabe û biçe mala dayika xwe taştê bixwe û ev rewşeke mecbûrî ye. Ev yek jî nîşaneya nirxdayîna dayikan e. Her wiha di nav civakê de di rêveberiyê de hem rola jinan hem jî rola mêran heye. Mînak, pêşengên qebîleyê piranî mêr in lê ev pêşeng ji aliyê jinan ve tê hilbijartin. Heke pêşeng di erka xwe de ne serkeftî be mafê jinan heye ku wî ji pêşengiyê bigirin.

Gelê akan

Gelê akanyê bi gelemperî li Ganayê dijî û civak ji aliyê jinan ve hatiye avakirin. Lîderên kabîleyê bi gelemperî mêr in lê mêr hêza xwe ji dayiksalariyê digire; hêz an ji dayikê tê yan jî ji xwişkên wî tên. Şahî û ayînan jin bi rê ve dibin. Di heman demê de ji mijarên malbatî û xwedîkirinê re jî pêşengiyê dikin.

Gelê mosuonê

Gelê mosuonê ku li başûrê Çînê dijî, di nav civaka dayiksalar de cihê xwe digirin. Tu berpirsyariya mêr a xwedîkirina zarokan û debara malbatê tune ye. Di vê civakê de peyva bav tune ye, ji ber vê yekê ji bo zarokan rola bav xal digire ser xwe.

Ji aliyê din ve ji ber ku civak ji aliyê jinan ve tê birêvebirin, di nav civakê de sûcên wekî tundî, dizî, tecawizê û hwd. di asta herî jor de ye.

Di vê civakê de dema jin rêveberiyê dewr digirin mêr hîn bêtir jiyaneke baş didomînin û tundî kêm dibe. Hema bêje tu berpirsyariya mêr tune ye û jin berpirsyariya ku di destê wan de ye ji bo pêkanîna bextewarî û aramiya civakê bi kar tînin.

Her wiha ev civak ji aliyê dewleta Çînê ve nayê qebûlkirin.

Qabîleya tuaregê

Li bakurê Afrîkayê zêdetirî hezar sal e li çola Sehrayê qebîleyeke misilman û koçber a bi navê tuaregê heye. Ev qebîle ji qebîleyên din ên mêran cudatir, ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Di vê qebîleyê de jiyana rojane ji aliyê jinan ve tê meşandin. Ev qebîleya misilman ku ji Berberiyên Afrîkayê ne, nîv koçber in û hejmara wan nêzî milyon û nîv e.

Di vê qebîleyê de wekî her tiştî  zewac û berdan jî li gorî daxwaza jinan pêk tên. Zarokên tên dinê paşnavê dayika xwe digirin û civak li ser çanda dayikê teşeyê digire.

Di nav qebîleyê de berdan gelek hêsan û ji rêzê ye. Hevjînên dema hev berdin mêr vedigere mala dayika xwe. Lê jin bi piştgiriya malbata xwe kêfxweşiyek a berdanê li dar dixe. Bi vê kêfxweşiyê re malbat ji nû ve ezebmayîna keça xwe pîroz dike. Di nav vê qebîleyê de, ji derveyî zewacê tu cudahî di navbera jinên ezeb, pîr, ciwan, ên nezewicandî û berdayî de tune ye. Di vê qebîleyê de berevajî civakên din ên misilman mêr rûyê xwe bi paçekê digirin. Sedema vê yekê jî li gorî wan divê jin xweşikbûna xwe veneşêrin. Her wiha mêrên tuaregî ji ber paça li ser rûyê wan bi navê ‘Mêrên Şîn ên Sehreyê’ tên nasîn.

Li aliyê din, di nav qebîleyê de rêjeya xwendin û nivîsandinê gelek bilind e. Navê tuaregê bi zimanê erebî tê wateya ‘Xwedê dev jê berdayî’. Ji ber ev civak dûrî kevneşopiyên tund ên olî ne, ev nav lê hatiye danîn. Lê ev qebîle ji ber çanda xwe ya dayikê ji aliyê civaka misilman ve nayên qebûlkirin û niha ev qebîle ji aliyê parastina çanda xwe ve bi tunebûnê re rû bi rû ye.

Civaka brîbriyê

Brîbriyên li herêma bakurê Panama û Kosta Rikayê dijîn, xwedî çanda dayiksalar e. Civak li ser dayiksalariyê hatiye avakirin. Zarokên tên dinê, rasterast dibin zarokên qebîleya dayika xwe. Di qebîleyê de qanûn û kevneşopiyên dapîran derbasdar in. Tevî ku mêr xwedî roleke girîng in jî bi qanûnî ne xwedî gotin in.