spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – Aysel Tugluk: Jineke siyasetmedar û pêşeng

Ev demeke ku em tev rewşa girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji nêz ve dişopînin.Bi salan e ku bi awayekî dijhiqûqî bi hezaran kurd di girtîgehên Tirkiyeyê de ne û gelek ji wan jî ji ber şert û mercên dijmirovî yên girtîgehan, nexweş in, li gel vê jî nayên dermankirinê. Tenê piştî Garîbe Gezer di nava çend rojan de 7 girtî  ji ber sedemên cuda bi awayekî bigûman jiyana xwe ji dest dan. Em dikarin bêjin ku pergala li van girtîgehan; cinayet di nava cinayetan de, ceza di nava cezayan de, îşkence di nava îşkenceyan de li girtiyan tê kirin. Li dijî vê îşkenceya ku di girtîgehan de li ser kurdan pêk tê li gelek cihan malbatan dest bi nobetên ji bo edaletê kirin û ev çalakî jî bi mehan in didomin. Herî dawiyê jî 68 sazî û dezgehên jinan ên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyek ji bo siyasetmedar Aysel Tugluk meşandin.

Aysel Tugluk jî yek ji wan girtiyên nexweş e ku bi salan in bi awayekî dijhiqûqî di girtîgehê de ye. Îro her kurdek dizane ku dewlet herî zêde li ser kesên ku nikare îradeyan wan bişikîne, zilm û zordariyê dike û êrîş dike. Ji bo mijara Aysel Tugluk jî ev gotin di cih de ye. Tugluk bi salan bû ku di nav siyasetê de ye û di biyava siyasetî de kedeke mezin daye. Tugluk di nav malbateke şoreşger de tê dinê û mezin dibe. Tugluk bi eslê xwe ji Dêrsimê ye û li Xarpêtê tê dinê. Di dema qirkirina Dêrsimê de ji malbata wan 70 kes tên kuştin. Di dema îdamkirina Seyîd Riza de ji malbavanê wê yê bi navê Findik Aga tê îdamkirin û Esma Xatun jî ji bo ku nekeve destê dijmin ji serê girê bi navê Dûndûlê xwe diavêje. Ji ber wê ye ku ruhê Ayselê li hemberî zilm, zordarî û hişmendiya ku kurd tune dihesibandin, jin tune dihesibandin qebûl ne dikir û her tim bi awayekî aktîf di nav siyasetê de cihê xwe digirt.

Aysel hê di temenê biçûk de jî rastî şahidiya avakirina heqîqetê hatibû û gelek şoreşger nas kiribûn. Aysel Tugluk ji beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezun dibe. Di serî de li hin saziyên sivîl ên mafên mirovan de xebatên xwe dimeşîne. Pişt re jî bi awayekî aktîf berê xwe dide siyasetê. Ji aliyekî ve hem parêzertiyê dike hem jî bi awayekî aktîf di hevseroktiya DTP’ê de cihê xwe digire. Tugluk yek ji parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e ku cara yekem çûye îmraliyê û parêzertiya Ocalan kiriye. Di sala 2009’an de DTP ji aliye Destûra Dadgeha Bingehîn ve tê girtin û parlamenteriya Aysel Tugluk û Ehmed Turk jî tê betalkirin û siyaset li wan tê qedexekirin.

Tugluk ji bo avakirina aştiyê di navbera Îmralî û dewletê de navbeynkarî kir. Aysel Tugluk di sala 2011’an wek hevseroka DTK’ê  cara yekem fikrê ‘Xweseriya Demokratik’ îlan dike. Armanca bi vê îlanê helbet ji hemû gelan daxwaza jiyaneke wekhev bû. Axaftina Tugluk a ji bo îlankirina xweseriyê êdî dibe beşeke ji dîroka Kurdistanê. Di sala 2013’an de ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya ku bi nameya Ocalan dest pê dike nameya yekem dibe Qendilê. Di sala 2014’an de carek din di HDP’ê de dibe parlamenter û di siyaseta kurd de dibe jineke pêşeng. Li aliyekî nêzîkatiyên dewletê li aliyê din jî yên medya û çapemeniya alîgir tim siyaseta kurd têxistin hedef. Piştî qanûna destnedanê ya li ser parlamenteran li meclisê qebûlkirin, der barê 511 parlamenteran de fezleke hat amadekirin û di 26’ê mijdarê de jî Tugluk tê girtin. Aysel Tugluk zêdeyî 5 sal in li Girtîgeha Kandirayê di hucreya yekkesî de ye û ji ber şert û mercên giran ê girtigehên Tirkiyeyê nexweşiya bi navê demans dest pê kir. Dema dayika wê Xatûn Tugluk jiyana xwe ji dest dide ji girtîgehê bidestûr diçe ser cenazeyê dayika xwe. Lê dema ku dixwazin tabûta dayika wê li Enqereyê veşêr in, hin komên nîjadperest êrîşî cenazeyê dayika wê dikin û nahêlin li Enqereyê bê veşartin. Ji ber vê yekê cenazeyê dayika Tugluk tînin Dêrsimê vedişêrin.

Ji bo jiyana Tugluk em dikarin bi dilekî rehet vê yekê bejin;  ji bo çareserkirina meseleya kurd hertim di nav liv û tevgerekî de bû. Li hemberî zilm û zordariya dewletê tu carî paş de gav neavêt û niha jî di hûcreyekî de li ber xwe dide. Divê bi awayekî lezgîn hêzên navneteweyî vê zilm û zordariya li girtîgehên Tirkiyeyê bibînin û têxin rojeva xwe.