Sunday, December 5, 2021

Civana Jinan – Di 25’ê Mijdarê de Têkoşîna Jinan

Berxwedana Xwîşkên Mîrabelê

Di dîrokê de li gelek deverên cîhanê çîrok û bûyerên li ser berxwedana jinan her çiqas ku hatin binaxkirin jî yên ku bûne wek destanekî jî hene. Ji çîroka jinên wek Rindêxan, Jeanne d’Arc, Fatareş heta serîhildana Leyla Xalîd, Leyla Qasim û Zîlan jinan xeteke berxwedanê ava kir. Yek ji vê çîroka berxwedanê jî ya Xwîşkên Mîrabelê ye. Di salên 1960’î de Komara Domînîkê ji aliyê hikûmeta faşîst a Trujîllo ve dihat rêveberin. Trujîllo 31 salî welatê Domînekê bi awayekî diktatorî bi rê ve dibe. Kesekî ku li hemberî wî dengê xwe derxistî jî bi awayekî faîlên wan ne diyarî dihatin kuştin. Kesên ku li dijî dîktatoriyê radibûn di zindanên bi navê 40’î de îşkence didîtin û gelek ji wan jî dihat qetilkirin.

Xwişkên Mirabelê jî li hemberî vê hişmendiya serdest rêxistineke bi navê Clandestinayê ava dikin û ji bo mafê mirovan, demokrasiyê li ber xwe didin. Xwişkên Mîrabelê dehan caran ji aliyê hikûmetê ve tên girtin û rastî îşkenceyên giran tên. Rojekî Trujîllo di axaftineke xwe ya di nav gel de dibêje ku ‘Li vî welatî du pirsgirêkên mezin hene; yek dêr e ya din jî Xwişkên Mîrabelê ne’. Piştî du rojan di 25’ê Mijdarê de her sê jinên têkoşer tên qetilkirin. Rêxistina Xwişkên Mîrabelê li Domînîkê bingehek ji bo berxwedanê ava kiribûn. Ji ber vê yekê jî piştî qetilkirina van jinên têkoşer gel li hemberî hikûmeta faşîst radibe ser pêyan û tenê di nava salekê de hikûmet hildiweşe. Di encama berxwedana jinan de, roja qetilkirina Xwişkên Mîrabelê ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve wek roja têkoşîna li hemberî tundiyê tê îlankirin.