20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civana Jinan – JINNEWS çar salî ye

Li tevahiya cîhanê bi giştî jin ji qadên jiyanê hatine qewirandin û dîrok li ser hişmendiya mêran hatiye avakirin. Ji zimanê siyaset, wêje, felsefe, dîrok, aborî û medyayê heta gelek alî û qadên din vê hişmendiya mêrane xwe bi cî kir û zimanekî serdest di van deran de ava bû.

Mixabin ev ziman û hişmendiya serdest di rojname, televîzyon, radyo û medyaya cîhanê de jî bi cih bûbû. Li hemberî vî zimanê baviksalar ê medyayê li Kurdistanê cara yekem di 8’ê Adara 2012’an de bi navê JINHA’yê ajanseke jinan vebû.

Ji ajansên cîhanê yên wek Reuters, AP û hwd. ku ji sed salî zêdetir e weşanên xwe didomîn, hê nû jinan wek gerînende hilbijartin. Lê li Kurdistanê jinên kurd bi navê JINHA’yê cara yekem ajanseke ku ji gerînenda, edîtorya, nûçegihan û heta hemû xebatkarên ajansê jin bûn, hat vekirin. Her wiha jinan naveroka nûçeyan jî bi zimanekî jinperestî û li hemberî hişmendiya tecawizkar, serdest û baviksalariyê amade dikirin.

Piştî demekî ajansa JINHA’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve, bi KHK’yê tê girtin. Lê jinên kurd bi tu awayî ji ya xwe nedihatin xwarê û di ragihandina nûçeyên jinwarî de bi israr bûn. Li ser vê yekê jinên kurd hatin gel hev û di 25’ê îlona 2017’an de ajansa JINNEWS’ê vekirin.

Belê bînerên hêja em vê hefteyê bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd, bûn mêvanê ajansa JINNEWS’ê. Li ser kar û xebatên ajansê em bi edîtora ajansê Roza Metîna re axivîn. JINNEWS li pey şopa Gurbetelî Ersozê bi salan e ku xebatên xwe yên rojnamegeriya jinan dike, didomîne. JINNEWS bi xebatkarên xwe, yên ku hemû jin in; hem di nav çapemeniya azad de hem jî di nav Rojhilata Navîn û cîhanê de navê xwe belav dike. Ew ev 4 sal in ji aliyekî ve li hemberî astengiyên li ser ajansa wan; ji aliyê din ve jî bi nûçe û naverokên xwe li dijî hişmendiya tecawizkar, baviksalar li ber xwe didin.