Duşem, Mijdar 29, 2021

Civana Jinan – Rocka Jinan

Rocka Jinên Kurd

Terzê muzîka rokê di salên 1950’î de li Amerîkayê bi navê ‘Rock and roll’ dest pê dike û di salên 1960’î de wek terzên cuda yên li Îngilistan û Amerîkayê berbelav dibe. Ji aliyê muzîkalî ve rok, li ser bingeha enstrûmanên wek gîtara elektroyê xwe ava dike. Bi gelemperî basgîtar û dahol amûrên muzîka rokê ne. Cureyên rokê jî her çûye zêde bûne.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di warê çandî û hunerî de gelek guherîn çêbûn. Bi pêla dadaîzmê li hemberî estetîka civaka kapîtalîst a modern nerazîbûn tên ziman. Êdî pêleke antî-kapîtalîst û antî-burjuva dest pê dike. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî di warê hunerî de gelek guherîn pêk hatin û muzîka rokê jî di salên 1950’î de xwe vediguherîne. Bi şoreşa salên 1960’î re êdî di protesto, festîval û hemû hilberînên hunerî de sekna polîtîkî derdiket holê. Li bajarokê Newyorkê 32 hunermendên ku wek îkon dihatin nasîn; di festîvala Woodstockê ya bi slogana ‘3 roj aştî û huner’de derketin ser dikê. Jinên rockê yên wek Patti Smith, Joan Baez, Janis Joplin, koma rockê Jefferson Airplane û gelek hunermendên wek John Lenon û Jîmî Hendrîx şerê Vîetnamê protesto dikirin.

Ev pêla hunerî di navbera salên 70-80’î de wek gelek deverên cîhanê di nav ciwanên kurd de jî bandora xwe nîşan dide. Her çiqas ku wek komên rockê ên kurd, koma Wetan derkeve pêş jî koma jinan a bi navê Xanzad hete demeke dirêj jî li Kurdistana Başûr derkevin ser dike. Li Amerîka, Ingilistan û gelek deverên cîhanê bi taybetî li ser dikan jinên wek Joen Beaz, Janis Joplin û hwd pêşengtî dikir. Li Kurdistanê Koma Xanzad kêm be jî roleke bi vî rengî digire ser xwe.

Koma Xanzad tenê çend sal piştî Koma Wetan li Hewlêrê tê avakirin. Der barê çîroka komê de zêde agahî di destê me de tune ne. Li gor çavkaniyên heyî ev kom bi saya Wirya Ahmed hatiye avakirin. Koma Xanzad her çiqas ku bi terzê rokê derkeve ser dikê jî ew hem bi stran û awazên xwe; hem jî bi cil û bergên xwe yên kurdewarî derdikevin ser dikê. Di wê demê de helbet avakirina komeke jinan a muzîkê û hebûna wan a di festîval û konseran de ji aliyê civakê ve nedihat pejirandin. Koma Xanzadê di dema xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Lewre zexta civaka paşverû û baviksalarî li hemberî Xanzadê gelekî mezin bû. Digel nerazîbûn û neyîniyan jî wan xebatên xwe bi domdarî meşandin. Pişti Koma Xanzadê bi giştî li Kurdistan û Iraqê bi nav û deng bû, êdî Rejîma Baasê jî ji komê haydar bû. Di wê demê de şerê Iraq û Îranê rû dida. Rejima Baasê dixwest ku Koma Xanzadê ji bo propogandaya rejimê stranên siyasî vebêje. Wan gelekî hewl da û zext li menajerê komê kirin ku ji bo rejimê kar bike. Wî ev pêşniyaz qebûl nekir. Piştî zexta zêde ya rejimê, menajerê komê neçar dimîne dev ji komê berde. Zêde berdewam nake, koma jinan ji ber zext û rewşa awarte ya şer êdî belav dibe. Gelek ji wan jinan berê xwe didin Ewropayê û gelek ji wan jî li Kurdistanê dimînin. Di bîra me kurdan de tenê ew dîmenên wan yên reş û spî ma.

Jineke ku bi terzê rockê bala me dikşîne jî Mavîş Gûneşer e. Mavîşê wek cara yekem albûmeke rokê ya bi zaravayê kirmanckî derdixe. Di sala 1998’an de bi navê ‘Kejê’ albûma xwe ya bi kirmanckî derxist. Piştî wê albûmê êdî ser zêmarên Dêrsimê berhev dike. Yanî ew,  her çiqas ku di destpêka hunera xwe de bi terzê rokê dest pê kiribe jî, bi terzên cur bi cur jî derdive ser dikê. Mavîş Gûneşer heta niha jî bi koma Metîn Kemal re hunera xwe didomîne.