24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna Berlîn (2) ya ji bo Lîbyayê dest pê dike

Îro piştî nîvro civîna der barê derxistina hêzên derve û komên çekdar ji Lîbyayê li paytexta Almanya Berlînê dest pê dike.  Civîn îro bi tevlêbûna hemû welatên ku bala xwe didin dosyeya Lîbyayê pêk tê û di civînê de dê derxistina komên çete, yekkirina saziyên dewletê û rûxandina komên çekdar ên herêmî bên gotûbêjkirin.

Welat di asta wezîrên Karê Derve de û bi tevlêbûna hikûmeta demkî ya Lîbyayê dicivin da ku amadekariya hilbijartinên Lîbyayê were kirin.

Ji aliyekî din ve hikûmeta tirk bi riya têkiliyên xwe yên bi rayedarên Lîbyayê dixwaze ku di vê civînê leşkerên tirk li derveyî vê biryarê werin hiştin û wekî istisnayekê ew li wir bimînin.  Di wê mijarê de dê kaxizek ji aliyê hikûmeta demkî ve di civînê de were pêşkêşkirin ku leşkerên tirk heta piştî hilbijartinên Lîbyayê li wir bimînin.

Tê gotin ku di vê mijarê de nakokî di navbera endamên hikûmeta demkî de hene, ji ber li gorî hin aliyan gelê Lîbyayê dixwaze hemû hêzên biyan derkevin û kesek li wir nemîne.

Beriya niha di 19’ê meha çile ya 2020’î de civîna yekemîn di bin çavdêriya Neteweyên yekbûyî de li Berlînê pêk hatibû.

Beriya civînê Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heiko Maas ku welatê wî mêvandariya vê civînê dike, da xuyakirin ku ji bo aramî li wî welatî pêk were divê ku hilbijartin pêk bên û divê hêzên biyanî ji Lîbayayê derkevin. Her wiha bibîr xist ku hin welatên ku di civîna yekemîn a Berlînê de soz dabûn ku hêzên xwe ji wir vekişînin, sozên xwe pêk neanîne.

Wekî hatiye plankirin divê di 24’ê kanûnê de hilbijartin werin kirin, lê hin kes dibêjin ku dilê hikûmeta demkî ya bi serokatiya Abdulhemîd Dubeyba tune ye ku hilbijartinan di dema xwe de pêk bîne.