25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna ji bo Lîbayayê bê encam bi dawî bû

Kordînatorê şandeya Neteweyên Yekbûyî yê Lîbayayê, diyar kir ku civîna Cinevreyê ya ku ji bo destnîşankirina hilbijartinên di 24’ê kanûnê de bê encam bi dawî bûye.  Cîgirê Sekreterê Giştî û kordînatorê şandeya Neteweyên yekbûyî yê ji bo piştgiriya Lîbayayê Raisedon Zenenga da xuyakirina ku diyaloga di navbera aliyên lîbî de ku bi serkêşiya şandeya Neteweyên Yekbûyî dihate birêvebirin bêyî ku bigihên tu encamekê bidawî bû. Raisedon Zenenga di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev yek dê gelê Lîbayayê yê ku li hêviya firsendeke demokratîk bû ku mafê xwe yê hilbijartinan pêk bîne, bêhêvî bike.” Her wiha bang li aliyên siyasî yên Lîbayayê kir û got: “Ez bang li hemû aliyan dikim ku riya diyalogê berdewam bikin û bi hevre bigihên çareseriyekê ku hemû aliyan razî dike û hilbijartinên welatê wan di 24’ê kanûnê de bê pêkanîn.”

Tê gotin li ser 3 formulan dihate rawestandin lê di vê hevdîtinê de ew bi hevre negihane tu encamekê û ji bo berdewamkirina diyalogê dê hevdîtineke din pêk bê, lê nehate zanîn ku ew hevdîtin dê kengî pêk bê.