20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîvîroglu: Tiştên Tirkiyeyê dixwestin pêk nehatin

Di 15’ê hezîranê de piştî Civîna NATO’yê serokê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Joe Biden û serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan li Brukselê hevdîtin berdewam kir, pêkanîn. Têkildarî piştperdeya vê hevdîtinê ji Dengê Amerîkayê em bi Mutlu Çîvîroglu re axivîn.

Piştî Civîna NATO’yê di çerçoveya civînê de Serokkomar Erdogan û Serokê DYA’yê Joe Biden hevdîtin pêk anîn. Li gor vê hevdîtina ku Tirkiye bi awayekî bêsebr li hêviyê bû, encameke çawa derket holê?

Tê zanîn ku Joe Biden pirî caran nerazîbûn û hêrsbûna xwe ya li hemberî Erdogan aniye ziman. Tevî nerazîbûn û hêrsbûnê jî ev hevdîtin pêk hat. Ji ber ku girîngiya Amerîkayê tê wateya vejandina NATO’yê ango ji nû ve zîndîkirina NATO’yê. Loma jî pirsgirêkên heyî neketin rojeva vê hevdîtinê. Rojev pirtir zîndîkirina NATO’yê bû. Ji ber ku di salên borî de hebûn û tunebûna NATO’yê dihat nîqaşkirin. Macron digot NATO miriye. Hewldana Biden jî zîndîkirina NATO’yê ye. Di vê çerçoveyê de hevdîtina Biden-Erdogan hewce ye mirov binirxîne. Yanî pirsgirêkên heyî di cihê xwe de disekinin. Lê wek endamekî NATO’yê Amerîka naxwaze pirsgirêk di navbera endamên NATO’yên de çê bibe. Loma jî tiştên ku Tirkiyeyê dikirin û li Washîngtonê dibûn mijarên nerazîbûnan, ne hatin rojevê. Lê hinek jêder dibêjin ku di vê hevdîtinê de Biden nerazîbûnên wek binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê, azadiya ragihandinê, girtina siyasetmedaran û neberdana wan a li dijî dadgehên Ewropî, aniye ziman. Lê li pêş kamerayan ji ber ku mijar yekitî, yekbûna NATO’yê ye, ne anîne ziman.

Ji hêla polîtîkayên derve ve, di navbera hin endamên NATO’yê û Tirkiyeyê de gelek caran alozî-qeyran derketibû, lê piştî civînê ji hêla diplomasiyê ve daxuyaniyên êrênî hatin dayîn. Ji bo rastiya vê dîplomasiyê şîroveya te çi ye?

Bêgûman Tirkiye jî dixwaze bi têkiliyên xirab ên Amerîkayê hin derfetan ji xwe re çêbike. Di vê çarçoveyê de Rusya, giringbûna Rûsyayê ji bo NATO hin derfetan çê dike ji bo Tirkiyeyê. Ji ber ku Tirkiye endama herî dawî ya NATO’yê ye. Tirkiye jî ev demeke dirêj e ku dixwaze bi keştiya Ukraynayê li dijî Rûsyayê bileyze. Ji NATO’yê re jî dibêje tenê ez heme, hun dikarin li ser min bi Rûsyayê re têkiliyan deynin. Firotina dronan ji Ukraynayê re li dijî Rûsyayê ku bûbûn nerazîbûna Rûsyayê jî, yek ji wan xala ne ku Tirkiye dixwaze wekî gef an jî kartekî bi kar bîne û cihê xwe di nava NATO’yê de xurt bike û xwe li pêş çavê Biden hinekî şîrîn bike.

Xaleke din jî Afaganistan e. Ji ber ku Amerîka û endamên din ên NATO’yê ji wî welatî derdikevin, îxtîmaleke Tirkiye wek endamê NATO û dewleteke misliman dixwazin li Pakistan û Afaganistanê bi cih bikin. Tirkiye jî li ser mijara Afganistanê dixwaze xwe bi cîhana Rojava û NATO’yê re xweştir bike. Peywendiyên ku nêzîkbûna Rûsyayê, girêdana peymana bi Çînê re, Avrasya û 5 welatên Şanghay… pirsgirêkên ev pirsgirêkên ku di salên dawî de destpê kirine, S-400 û mijara kurdên Rojava… Tirkiye bi taybetî bi mijara Ukrayna û ya Afganistanê dixwaze carek din xwe di xeta NATO’yê de, bi welatên Rojava re bi cih bike. Ev jî weke mesajeke ku dide Amerîkayê dibêje  ‘ez girîng im’, ‘Pirsgirêkên heyî zêde nexin mijar, ger ez nebim NATO jî nabe’

Girîngbûna Rûsya û Çînê rola Rojhilata Navîn jî kêmtir dike. Ev rêveberî gelek caran hin dever zelal ragihandiye ku naxwaza serê xwe bi Rojhilata Navîn re biêşîne. Di Rojhilata Navîn de di mijara Israil- Filistînê de jî me dît ku Amerîka zêde naxwaza tev li nav vê mijarê bibe. Dixwaze potansiyel û enerjiya xwe bide Rûsya û Çînê. Loma jî wek rêveberiyên berê naxwaza li Rojhilata Navîn hebûna wan a leşkerî, siyasî û dîplomatîk hebe. Lê ji ber ku di Rojhilata Navîn de taxmîn û pêşbînî zêde ne mimkûn in hinek caran Amerîka neçar dimîne ku tev li mijaran bibe. Helbet ev yek jî dike ku rola Tirkiye di Rojhilata Navîn de zêdetir bibe û destê Amerîka û hevalbendên wê siviktir dike ji ber ku fokus Çîn û Rûsya ye ji bo Amerîkayê.

Her çiqas Talîban li hemberî bicihkirina leşkerên Tirkiyeyê derkeve jî endamên NATO’yê bi kêfxweşî ev mijar anîn ziman. Armanca DYA’yê çi ye, çima dixwaze Tirkiyeyê têxe bekçiyê Afganistanê, an gelo ewlehiya DYA’yê bi Tirkiyeyê pir tê? Ya din jî armanca Tirkiyeyê li vira çi ye û ji bo çi dixwaze leşkerên xwe bişîne Afganistanê ?

Di hemcivîna di navbera Biden-Erdogan de tişteke nû derneket. Çinkî Biden girîngî da zîndîkirina NATO’yê. Ji ber vê jî pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re li cihê xwe man. Lê li raya giştî ya Tirkiyeyê bendewariyeke mezin hebû. Wekî ku hevdîtina bi Biden re pirsgirêkan çareser bike. Ev ne nêzîkatiyên realîst bûn. Ji ber ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pir kûr in. Amerîka jî di xeta xwe de pêgir e, di ya xwe de bi bi biryar e. Tirkiye jî dibêje ez jî rast im. Biden ji gelek kiryarên Rojhilata Navîn Erdogan berpirsyar dibîne û hewce ye Erdogan hesabê vê yekê bide. Ji ber vê jî divê ku di hin hevdîtinên siberojê de, hin tişt zelaltir bibin. Yanî wek civîna NATO’yê derbas nebin. Yanî bi kurtasî em dikarin bêjin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tu qezenç tune ye. Yanî weke ku medyaya tirkî nîşan dide, encameke erênî tune ye li Washingtonê her kes dibêje ku Tirkiyeyê tiştek bidest nexistiye. Yanî encamek nû di vê hevdîtinê derneketiye.

Biden wek pirsgirêka herî mezin Rûsya û Çînê nîşan dide bi taybetî Çînê wek pirsgirêka xwe ya herî mezin pênase dike. Ji aliyê aborî, leşkerî û di warê teknolojiyê de Çînê wek pirsgirêk dibîne. Siyaseta nû ya Amerîkayê ev e. Yek ji sedemên kişandina hêzên Amerîkayê ya ji Afganistanê ev e. Biden bi vê yekê dixwaze hêza xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomatîk bide ser Çînê. Tirkiye wek endamekî NATO’yê hem ji Amerîka hem jî ji endamên NATO’yê re dibe derîyekî li Kabîlê. De ku dema bixwazin lingekî NATO’yê li Afganistanê be tim. Tirkiye dixwaze vê yekê bi dostê xwe yê berê, Pakistanê re pêk bîne.

Tirkiye vê yekê çawa şîrove dike dibêje ku ‘her çiqas hun min biavêjin aliyekî din jî hun hewceyî min in. NATO bê min nabe’ Tirkiye bi heman rengî dixwaze di qeyrana Rûsya-Ukraynayê de jî rolekî bileyze. Li dijî Rûsyayê dron firotin Ukraynayê. Yanî ji Amerîkayê re dibêje ez heme. Tabî li gor Amerîka û endamên NATO’yê jî çûyina Tirkeyê ji bo wan bêmesreftir e hem jî dê hebûna NATO’yê berdewam bike. Di vê mijarê de hem Tirkiye hem jî endam û Amerîka ji bo xwe wek qezencekî dibînin.

Tirkiye dixwaze bi qartê xwe yê Afganistanê carek din vegere têkiliyên xwe yên bi Amerîka û NATO’yê re. Hem li Afganistanê hêza xwe dê xurt bike hem jî ji NATO’yê re dibêje ku cihên ku hun nikarin ez dikarim bi nasnameya xwe ya mislimantiyê her im. Hewce ye mirov bibîr bixe ku têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsya û Çînê re gelek baş in. Tirkiye jî bi vê yekê serî li hember Amerîka û NATO’yê radike. Minaka herî dawiyê jî mijara Belarûsê ye. Tirkiyeyê nehişt ku Belarûs were şermazarkirin, ev yek jî ji bo xweşkirina dilê Rûsyayê kir. Ji bo van sedeman tevan jî Tirkiye dixwaze bi rêya Afganistanê berê xwe bide NATO’yê û xwe nêzîkî wan bike.

Tirkiye bi polîtikaya ‘Herêmên bi ewle’ tim dixwaze li Rojava bi cih bibe. Gelo di hevdîtinê de mijara Rojava hat nirxandin ango bazariyek li ser kurdan hat kirin?

Ez texmîn nakim ku bazarek li ser kurdan hatibe kirin. Jixwe ji daxuyaniya Erdogan ev yek zelal bû tiştên ku Erdogan xwestine bi cih nehatiye. Di destpêkê de Biden ji bo kurdan çi gotibe hê jî li ser wê yekê ye. Berevajî bazarê Amerîka peywendiya xwe bi kurdan re didomîne. HSD’ê re bi taybetî hê didomîne ji ber ku ew jî dizanin DAIŞ hê jî zindî ye. Hem di mijara kurdan de hem jî mijara S-400’an her di ciyê xwe de ye û di vê hevdîtinan wan de li ber kamerayan nehat axaftin. Loma jî em nikarin qala bazareke li ser kurdan bikin.

Hem Biden siyasetmedarekî bi tecrûbe ye. Ew qanala ku Trump ji bo Tirkiyeyê vekirî êdî ne derbasdar e. Niha Tirkiye bixwe jî dizane ku wek berê dê nikarî be tevbigere. Ez pêşbîn nakim ku ew polîtikaya ‘Herêmên bi ewle’ êdî bimeşe. Tiştên bi Trump pêkanîn dê bi Biden pêk neyê.