19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan ji hilbijartina Iraqê bê hevî ne

Ji hilbijartinên Iraqê yên di 10 cotmehê de pêk werin re, 19 roj man.  Lê ciwanên Iraqê ji hilbijartinê bê hevî ne. Li gorî ciwanan hemû bername û planên berbijêran li ser sozan pêk tê. Partiyên dikevin hilbijartinê her carê beriya hilbijartinan sozan didin, lê van sozên xwe pêk nînin.

Ji niha ve kolan û cadeyên bajaran bi nav û wêneyên partî û namzetan hatiye dagirtin. Lê li gorî çavdêrên siyasî û şirketên anketan dê hejmara tevlêbûna hilbijartinan gelekî kêm be.

Der barê mijarê de ciwanekî iraqî wiha got: “Ma ez ê ji bo çi tev li hilbijartinan bibin û dengê xwe dide. Ez wêneyên namzet dibînim, ez navê wan dibînim. Lê ez tiştekî der barê bername û xebatên wan de nizanim”.  Ciwaneke din jî wiha axivî: “Bernameya tevan wek hev in, tev dibêjin ez ê wiha bikin û wiha bikin. Lê tenê sozên bêbingehin. Beriya hemû hilbijartinan wiha soz didin. Lê piştî hilbijartinan wan sozên xwe ji bîr dikin.”

Welatiyek din jî got: “Ji sala 2003’an heta niha heman partiyên siyasî ne. Tenê rûyê hin kesan hatiye guhertin.”

Lêkolînera iraqî Marsîn El Şemerî jî der barê hilbijartinan de wiha axivî: “Ez bawer dikim ku dê hilbijartin di atmosfereke gelekî sar de derbas bibe. Bi taybetî ciwan dê piraniya wan tev li dengdanê nebin.”

Li gorî hin lêkolînerên din dê rêjeya tevlêbûna van hilbijartinan gelekî ji yên berê kêmtir bin û dibe ku ev rêje dakeve kêmî ji sedî 20 an jî.

Iraqê niha di rewşeke gelekî aloz a siyasî û aborî re derbas dibe. Nayê zanîn ku dê kîjan partî bi ser bikeve û dengên zêde bigire. Niha rikbiriya herî zêde di navbera hevgirtina şîîyan a bi serkêşiya Muqteda El Sedir û hevgirtina Fetih ya girêdayî îranê de heye.