18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwan û gel li dijî tiryakê bûn yek

Hêzên desthilatdar ji bo pergala xwe bidin mayîndekirin berê xwe didin ciwan û jinan. Bi rê û rêbazên şerê taybet û psîkolojîk ciwanan bi tiryak, fihûş û sîxûriyê bê vîn û îrade dikin

Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku madeyên tiryakê dikişînin her ku diçe zêdetir dibe. Bi taybet li Kurdistanê hejmara tiryakkêşan gihiştiye asta herî jor. Temenê tiryakkêşiyê daketiye binê 12 saliyê. Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî zêdebûna tiryak û fihûşê ya di nava civakê de zêde dibe dest bi kampanyayê kirin. Meclisa Ciwanên HDP’ê di 10’ê îlonê de bi dirûşmeya ‘Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyana nû ava bikin’ dan destpêkirin. Ciwanan piştî startê li taxan dest bi xebatan kirin. Endama Lijneya Rêvebir a Ciwanan Gulistan Yilmaz, tekildarî xebatên xwe bi me re axivî.

Gulistan Yilmaz diyar kir ku di civakê de herî zêde jin û ciwan azadiyê dixwazin û wiha got: “Jin û ciwan bi ruhê azadîxwaz ji civakê re pêşengtiyê dikin. Ji ber vê yekê jî di xweparastin û ji nû ve avakirina civakê de xwediyê roleke girîng in. Li dijî desthilatdaran nasnameya civakî temsîl dikin. Desthilatdar jî ji bo ku hêza têkoşîn û berxwedanê kêm bike di serî de êrîşê ciwan û jinan dikin. Bi êrîşên fîzîkî, psîkolojîk, polîtîk, çandî û her awayî dixwazin vîna ciwanan bişikînin û şerê taybet berfirehtir bikin. Di şexsê ciwanan û jinan de ev êrîş li hemû civakê tê kirin. Dîsa di xurtkirin û rêxistinkirina gel de em ê rola xwe bileyîzin.”

‘Em ê xwe bigîhînin hemû kesan’

Gulistan Yilmaz têkildarî şerê taybet ê ku îktîdar li dijî civakê pêş dixe jî wiha axivî: “Bi polîtîkayên taybet dixwazin yekitiya civakê xira bikin û belav bikin. Ji ber vê yekê di nava civakê de tiryak, fihûş, sîxûrtiyê û tiştên wiha pêş dixin. Bi taybetî di salên dawî de bi kûrkirina şer, li Kurdistanê tiryak, fihûş û sîxurtî zêde bûye. Em jî wek ciwanan xwe li dijî vî şerî berpirsyar dibînin. Me li dijî van polîtîkayan dest bi kampanyayê kir. Bi pêngava ‘Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyaneke nû ava bikin’ em ê xwe bigihînin hemû ciwanan û civakê. Em ê xwe bigîhînin kesên tiryakkêş û ketine tora tiryakê. Ji bo wê em ê li kolan û taxan bixebitin. Em ê kesên ku bazirganiya tiryakê dikin, belav dikin û destûrê didin teşhîr û şiyar bikin. Em ê bi xebatên hunerî, çandî, sportîf ciwanan ji tiryakan dûr bixin.”
Gulistan Yilmaz destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên qirêj zêde li Amedê pêk tên pêşî li Amedê dest bi kampanyaya xwe dikin û wiha berdewam kir: “Bêguman em ê malbatan jî tev li xebatên xwe bikin. Ji ber ku yên herî zêde bi ciwanên tiryakkêş re eleqedar dibin malbatên wan bi xwe ne. Ji ber vê yekê tevlêbûna malbatan pir girîng e. Em ê xwe bigîhînin malbatan û bi wan re li dijî tiryakê têbikoşin.”

‘Gel dibîne û dizane’

Gulistan Yilmaz bal kişand ser nerazîbûnên gel ên li hember tiryakê û wiha lê zêde kir: “Gel di hişmediya van polîtîkayan de ye. Agahiya gel ji kesên belav dikin û destûr didin jî heye. Ji ber tiryak, fihûş û sîxurtiyê gel bêzar bûye. Me bi gelê xwe re bi kêfxweşî starta xebatê da destpêkirin. Piştgirî û daxwaziya gel di vê pêngavê de zêde ye.”
Gulistan Yilmaz herî dawî bal kişand ser polîtikayên îktîdarê yên amûra sporê û wiha got: “Bi sporê dixwazin enerjiya ciwanan pasîfîze bikin. Ciwanên ku li dijî kiryarên desthilatdaran bi hêrs dibin li şûna ku li dijî desthilatdaran îsyan bikin, bi rêya fanatîzmê enerjiya xwe xerc dikin. Feraseta fanatîzmê di mirovan de kesayetiya ezeztiyê, dijminatiyê, tundiyê jî diafirîne. Pergal, qada sporê ji bo xwe wek qadeke sereke dibîne. Lê em van nêzikatiya red dikin. Spor ji bo pêşvexistina tendirustiya laş û hişê mirov qadeke girîng e. Heke di bingeheke rast de spor pêş bikeve, qadeke girîng e.”