19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwana Cumaa: HSD têk neçû û têk naçe

Çeteyên DAIŞ’ê şeva 20’ê çileyê ango di salvegera îlankirina Rêveberiya Xweser de bi wesayîtên bombekirî êrîşê Girtîgeha Sinaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kir ku tê de ji 5 hezarî zêdetir çeteyên DAIŞ’ê tên girtin. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn plana DAIŞ’ê têk birin û nehiştin ku DAIŞ li Hesekê xwe zindî bike. Piştî êrîşî bi tevlibûna 10 hezar şervanan HSD’ê operasyoneke mezin li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê li hemberî bermahiyên DAIŞ’ê da destpêkirin. Heta niha bi dehan çete hatin kuştin û bi sedan çete jî xwe radestê HSD’ê kirin. Operasyona ku hatibû destpêkirin hê jî didome.

Em derbarê rewşa êrîşên DAIŞ’ê û rewşa Hesekê de bi nûçegihana Ronahî TV Ciwana Cumaa re axivîn.

Rojnameger Ciwana Cumaa da zanîn ku li Girtîgeha Sinaa ji 5 hezarî zêdetir çeteyên DAIŞ’ê tên girtin de 3 roj berê hewldana revê çêbû û wiha axivî: “Ji 2 hezarî zêdetir çeteyên DAIŞ’ê yên razayî tev li vê êrîşê bûn. Hem li gor agahiyên ku ketin ber destê me hem jî li gor daneyên ku HSD’ê parve kir ev êrîş planeke ku 6 meh berê hatiye amadekirin e. Ev 3 roj in li bajarê Hesekê pevçûn diqewimin.”

‘Xwestin sivîlan bikin metalên zindî’

Ciwana Cumaa diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dema revê de ketine malên sivîlan û ev tişt anî ziman: “Di hewldana reva DAIŞ’ê de malbatên ku malên wan li derdora girtîgehê bûn ew çete ketin malên wan û gelek kesên sivîl kuştin. Sivîlên ku ji aliyê çeteyan ve dîl hatin girtin li hemberî HSD’ê wek mertalên zindî tên bikaranîn. Ji ber wî sivîlên ku malên wan li derdora girtîgehê bûn û dîl hatin girtin, ketin nav metirsiyeke mezin. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk nehiştin ku ew çete zêdetir zirarê bidin sivîlan û li kolanan belav bibin. Ew malbatên ku li derdora girtîgehê bûn û DAIŞ’ê wan hedef girtibû HSD’ê ji bo wan korîdorek vekir da ku ew ji wir derbikevin û herin taxên ewletir.”

Çeteyên DAIŞ’ê tenê di girtîgehê de mane

Cumaa bal kişand ser şerê taybet ê ku bi rêya dîmen û nûçeya tên kirin û wiha got: “Di hin dîmen û nûçeya de tê belavkirin ku çeteyên DAIŞ’ê li hemû Hesekê belav bûne. Tiştek wisa tune. Ev şereke taybet e, dixwazin bi van dîmenan tirsê bikin dilê gel. Lê îro di êrîşa DAIŞ’ê de ji ciwanan heta kal û pîran kesên sivîl di milê şervanên HSD’ê de li dijî wan êrîşkaran şer dikin. Îro operasyoneke dijwar li derdora girtîgehê pêk hat û li derdora girtîgehê çete neman û şervanên HSD’ê hemû taxên nêzî girtîgehê dorpêç kirine.  Niha çeteyên DAIŞ’ê tenê di hundirê girtîgehê de ne. Ew jî ji ber HSD’ê nikarin birevin.”

HSD têk naçe

Ciwana Cumaa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hejmareke gelek mezin ên ji çeteyên DAIŞ’ê ku li hemberî HSD’ê şer dikirin xwe radestî şervanan kirin û wiha bi dawî kir: “Berxwedana HSD’ê bedewan dike. HSD çawa ku di Hemleya Baxozê de têk neçû niha jî tên naçe. Lê ez dixwazim bal bikişînim ser vê xalê jî. Em dibên ku ev êrîş plankiriye. Dema çeteyên DAIŞ’ê yên razayî êrîşê HSD’ê kirin dewlata tirk jî alîkarî da wan. Di nav çekên ew çeteyên DAIŞ’ê de ku hatin kuştin û girtin de nivîsên bi tirkî hatin dîtin. Ev çek bi destê dewleta tirk ketine nav destê çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha operasyona ku HSD’ê daye destpêkirin didome û şêniyên herêmê li benda mizgîniyê ne.”