24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanekî bi keleşê êrîşî helîkoptera koalisyonê kir

Li bajarê Bisêra yê girêdayî parêzgeha Dêra Zorê dema ku helîkoptereke Hêzên Koalisyona Navnetewî derbas bûye, ciwanekî bi çeka xwe ya Klaşnîkovê gule berdaye helîkopterê.

Li gorî agahiyên rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê helîkopter li wî ciwanî vegeriyaye û 3 helîkopterên din jî bi hewara wê ve hatine. Hêzên Koalisyonê bang li xelkê bajar kirin ku li ser banê xaniyan ranezên û heta serê sibehê lêgerîna li wî ciwanî berdewam kir.

Serê sibehê ew ciwan ji alî Hêzên Koalisyonê ve hate girtin lê di dema ku helîkopter gule li wî ciwanî reşandin agir bi zeviyekî genim jî ketiye.