20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên HDP’ê li dijî tiryakê belavok belav kirin

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 10’ê îlonê de li dijî tiryak, fihûş û dejenerekirinê kampanya “Em tiraykê bişikînin û jiyana nû ava bikin” da destpêkirin. Meclîsa Ciwanan piştî li navçeya Sûrê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û kampanya aşkere kir, li semta Fîskayayê belavok belav kirin.  Komek endamên ciwanên HDP’ê bi hişyariya “Em tiryakê bişkînin, jiyana azad pêş bixin” li semta Fiskayayê mal bi mal geriyan û belavokên ku li dijî hişbir û tiryakê civakê ronî dikin, belav kirin. Ciwanan di xebatên li dijî tiryakê de bi zarok, ciwan, kal û pîran re rû bi rû têkilî danîn û li dijî tiryakê hişyar kirin. Ciwanan li aliyekî belavok belav kirin, li aliyê din afiş bi direk û dîwarên taxê ve zeliqandin. Ciwanan anîn ziman ku şeniyên taxê ji ber vê xebatê bertekên erênî nîşanî wan dan. Ciwanan destnîşan kirin ku dê xebatên xwe yên bi vî rengî li tax û kolanan berdewam bikin.