25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên şoreşger 3 roj in dimeşin

Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan 3 roj berê ji Qamişloyê dest bi meşê kiribûn. Meşa ciwanan a bi dirûşmeya “Werin cenga azadiyê” dest pê kiribû, gihaşt bajarokê Xana Serê yê navçeya Dêrikê. Şêniyên Xana Serê û gundên Koçerat ciwan pêşwazî kirin. Piştî ku ciwan gihiştin Xana Serê, şehîd silav kirin û dirûşme berz kirin. Ciwanan berê xwe dan dergeha Sêmalka û xwestin beşdarî çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan bibin. Meşa Dirêj gihişt dergeha sînor a Sêmalkayê. Li dergehê hêzên PDK’ê êrişî ciwanan kir û di encamê de hin kes birîndar bûn.  Hêzên PDK’ê li dijî meşvanan guleyên gazê bi kar anî û hin çalakvan birîndar bûn.