Saturday, Mijdar 27, 2021

Çortan, zêr û kêr

Du siwarê ku barê wan toraq û Çortan in ji hêla Mûşê tên diçin Pasûrê, lê li geliyê Mûşê şev bi ser wan de tê û rêya xwe wenda dikin. Heta demekê di cihê xwe de disekinin, paşê dengê kûçikan tê guhên wan û xwe li dengê kûçikan digirin û diçin li ber deriyekî disekinin. Bi dengê hespan re xwediyê malê derdikeve derve. Dinihêre va ye du siwar li ber derî ne. Xwediyê malê dibêje hûn kî ne û ji ku derê tên û hûnê bi ku de biçin?
Rêwî dibêjin welehî em ê biçûna Pasûrê lê şev bi ser me de hat û me xwe li we girt.
Xwediyê malê dibêje êêê de baş e, barê xwe deynin û hespên xwe bikişînin axurê û werin jor. Ên rêwî dibêjin barê me giranbuha ye, divê em wan li cihekî bi ewle deynin!
Xwediyê malê: çima barê we çi ye?

Rêwî: Ê hevalê min xencer û kêr in û yê min jî hemî zêr in.
Xwdiyê malê: Welahî ji cihê min ewletir tu cih tun ye, em ê barê we jî têxin axurê ji ber ku ji axura min çêtir tu cîh tun ye!

Rêwî hespên xwe dikişînin axurê û alavên xwe ji ser hespan datînin û diçin jor.
Xwediyê malê ji wan re nivînan radixe û dibêje şev baş û diçe; mêvan çav li derî û li benda şîvê ne lê tu şîv û mîv nayê. Heta derengiya şevê disekinin lê ne şîv tê û ne jî xew.
Ji wan yek dertê eywanê dinihêre ku dîzik li ser agir e û dikele, zilam derxûna li ser devê dîzikê hiltîne û dinihêre ku qazek xistine dîzikê û qaz pijiyaye û bûye wekî helîse. Zilam qazê ji dîzikê derdixe û coteke çarox dixe dîzikê, qazê dibe û diçe cem hevalê xwe.
Herdu mêvan goştê xwe dixun û radizên. Serê sibehê radibin ku xatir ji xwediyê malê bixwazin û biçin. Xwediyê malê tê gel wan, mêvan dibêjin heke tu destûra me bidî îca em ê biçin, mala te ava be ku te me hewandin. Xwediyê malê dibêje mêvan mêvanê xwedê ne, pêwist e ku mirov wan bihewîne, lê ne yên derewker! Pirsekê ji yekî wan dike û dibêje gelo tu çend salî yî?

Mêvan dibêje welahî ez nizanim ku ez çend salî me, lê sala ku çarox begê avêtibû ser dîz begê û qaz begê tê de dîl girtibû wê çaxê ez xort bûm! Îca mêvan ji xwediyê malê dipirse û dibêje pismam gelo tu çend salî yî? Pismam dibêje welehî ez baş pê nizanim, lê tişta ku ez pê zanim roja ku çortan bûbûn xencer û kêr û toraq jî bûbûn zêr, aha ez du roj beriya wê bûyerê ji bavê xwe cihê bûbûm!