25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cotkarên fistiqan destekê nagirin

Dema ku  fistiq tê gotin bi taybetî bajarê Dîlokê tê bîra mirov. Sedema wê jî ji ber pazara fistiqan li Dîlokê ye. Lê di rastiyê de fistiq piranî li herêma Rihayê tên çandin û hilberîna wan li Rihayê pêk tê. Li Tirkiye û Kurdistanê, li bajarên Dilok, Riha, Mereş, Sêrt, Semsûr, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn û Amedê fistiq têne çandin. Dîroka çandiniya fistiqan a rastî nayê zanîn. Lê bi hezaran sal in têne çandin. Ji bo dara fistiqê dara benîştokê jî tê gotin. Li gorî çîrokan dara ku Siyabend ji ser wê dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide.

Fistiq cureyeke fêkiyan e. Çandinî û gihîştina wî gelekî zehmet e. Li gel vê wekî gelek fêkiyan ne demsalî ye û gihîştina wî bi salan diajo. Cotkar û karkerên ku debara xwe bi hilberîna fistiqan dikin jî van zor û zehmetiyan dikişinin. Ji bo vî karî tu destek û piştgirî ji aliye dewletê ve nayê kirin  û kesên ku tenê debara xwe bi vî karî dikin bi pirsgirêkên micîd ên aboriyê re rû bi rû dimînin.

Têkildarî çandiniya fistiqan de em bi Arîf Bozkûş ê ku ji Rihayê ye û 15 sal in debara xwe bi çandiniya fistiqan dike re axivîn.

Cureyên fistiqan

Arîf Bozkûş behsa cureyên fistiqan û taybetî û cudahiyên wan kir û wiha got: “Gelek cureyên fistiqan hene. Wekî bittim (Kizwan) yê Sêrt  û Dîlokê. Fisteq li Hindistan, Meksika, Îran, Irak, Sûriye û herêma Amerîkayê ya Californiayê ji tê çandin.

Fisteqên ku li piyaseyê herî zêde  tên çandin û firotin ên Dîlokê ne. Ji ber ku her awayî tê xwarin. Dikevin nava peqlewa. Rûnê wê jê tê girtin. Ew rûn ji bo tenduristiye tê bikaranîn. Her wekî din tê qelandin û li pazara derveyî welêt jî tê firotin. Yên Sêrte kêmtir tê bikâranîn. Hebên xwe li gor ên Dîlokê hîn biçûk û gilover in. Bi taybetî ji bo qelandina şor tê bikaranîn û rûnê xwe hîn kem e. Mirovên ku kolesterol bi wan re heyî piranî yên Sêrte dikirin. Gelemperî yên Dîlokê bi qasî 5 lîra her tim ji yên Sêrtê buhatir in. Li gorî van a yên Îrane hîn erzan in. Sedema wê jî rewşa hewa û axê ye. Bittim jî bazara wan tune ye, tenê ji bo qehweyê tê bikaranîn. Ya ku di vir de herî pêwist bittim e. Sedema pêwistiya wê jî ev e; koka bittimê ango şitla bittimê darek gelek saxlem e û zû digihîje. Li her deverê şîn dibe û av hebe tunebe jê re ferq nake. Cotkar piranî şitlê bittima diçînin û piştre bi cureyên Dîlok û Sêrtê ditehamînin. “

‘Gihîştina fistiqan bi salan diajo’

Arîf Bozkûş der barê xebatên çandiniya fistiqan de jî axivî û wiha lê zêde kir: “Gihîştandina fistiqan gelek ked û wext dixwaze. Fistiq ne wek nebatek demsalî ye. Ango gihîştina wê bi zehmet û salan diajo. Ji hatinê heta bergirtinê herî kem 7 salan dibîne. Ev tenê bi çandinê re jî sînordar namîne. Lewra şitla fistiqê ji bo ku ber bigire divê bê teamandin.”

‘Tu piştgirî nayê dayîn’

Bozkûş bal kişand ser zor û zehmetiyên vî karî û diyar kir ku rexmî van zor û zehmetiyan ji tu deverê alikariyek ji wan re nayê û wiha axivî: “Debara herêma me ango herêma Riha û Dîlokê li ser fistiqan e. Di van çend salên dawiyê de coktar û karker gelek zehmetî dikişînin. Sedema wê ya sereke ew e ku hemû gel bi tenê hatine berdan. Mixabin ji aliyê dewletê ve tu piştgirî nayê dayîn. Pêwist e ku mirov bi mînakek kurt vê gotinê zelal bike. Aniha aliyê Behra Reş debara xwe piranî bi findikan pêk tînin. Ew fêkî wek fistiqan lênihêrtinê jî naxwaze. Lê her sal ji aliyê dewletê ve nirxa kêmtirîn tê danîn û hemû cotkar li gor wê buhayê hilbêrînên xwe difiroşin. Mixabin ew piştgirî ji cotkar û karkerên vê herêmê re ango ji bo fistiqan nayê dayîn.”

Buhayê fistiqan

Arîf Bozkûş di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her tişt buha ye û buha dibe lê buhayê fistiqan her ku diçe kêm dibe û wiha pêde çû: “Xuyaye her tişt roj bi roj buha dibe lê fistik hîna di şuna xwe de dihejmêre. 6 sal beriya niha buhaya fistiqên hişk 70 lîre bû. Lê îro ew fistiq bi 65 lîreyî jî naçe. 6 sal beriya niha her tişt nîvfiyet bû lê aniha tenê derveyî fistiqan her tişt 2 kat buha bûye.  Zehmetiya ku tê kişandin bi zimên hêsan e.

Bi tena serê xwe hatine hiştin

Bozkûş herî dawî der barê rewşa karker û catkarên ku debara xwe bi çandiniya fisteqan dikin de axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku derveyî fistiqan tu tiştên xwe tunebin her tim deyndarê derdoran e. De yeka din a sosret jî yên ku danûsitandina vî karî dikin ango sîmsarên vî karî gelek caran pereyên cotkaran xwarin e. Herî dawî çend meh beriya niha li Dîlokê sîmsarekî nêzî 600 trilyon ên cotkaran xwarin.  Ji ber ku di navbera sîmsar û hilberînêran de tu kirariyên fermî tuneye, karker nikare ku mafê xwe li ser sîmsar îdîa bike. Ango hemû cotkar û karkerên vê herêmê bi tena serê xwe hatine berdan.”