Pêncşem, December 2, 2021

Covîd 19 êdî zarokan jî dikuje

Hê jî di nava xelkê de nêrîneke wiha heye ku nexweşiya Covîd 19 ango korona zirarê nade zarokan. Lê derkete holê ku ev nêrîn ne raste û mînaka wê ya herî berbiçav di van rojên dawî de li Îndoneziyayê derkete holê. Li Îndonezyayê ku niha bi pêleke mutasyona Covîd 19 ya bi navê Delta re rû bi rû êdî hate xuyakirin ku ev mutasyon zirarê dide zarokan jî û heta hinek ji wan jiyana xwe ji ber vê nexweşiyê ji dest didin.

Li gorî agahiyên doktoreke zarokan yê vî welatî ku li Îndonezyayê hejmara zarokên ku bi koronayê dikevin 3 caran li berê zêde bûye. Serokê Komeleya Tiba Zarokan Aman Bolinjan ji ajansa Xinhua news re axivî û got:”Hejmara zarokên ku ji ber vê mutasyonê di hefiya beriya vê de jiyana xwe ji dest dabûn 13 zarok bûn lê di vê hefiya dawî de ew hejmar derkete 24’an.”  Bolînjan, bi bîr xist ku temenê gelek ji wan zarokan kêmî 5 salî ye.

Bolinjan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hejmara kesên ku ji ber vê mutasyona nû ya Covîd 19 dikevin her ku diçe zêde dibe. Heta nîvê meha gulanê heftane 2000-2500 kes pê diketin lê di heftiya dawî ya vê mehê de ew hejmar derkete 6 hezaran.”