spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Covîd 19 mohra xwe li civîna welatên G7 da

Civîna welatê G7 duh dest pê kir û dê 3 rojan berdewam bike. Di destpêka civîna G7 de li ser mijarên tekoşîna li dijî vîrûsa koronayê û rewşa aboriya cîhanê hate rawestandin. Koma welatên xwedî senaya mezin di civînê de li ser tekoşîna li dijî vîrûsa Covîd 19 û çawa belavkirina derziyan ji bo weşlatên xizan rawestiyan.

Serokê welatên G7 dan zanîn ku ew dê milyarek derziyê Covîd 19 li 100 welatên feqîr werin belavkirin ji bo xurtkirina tekoşîna li divî vê vîrûsê. Der barê vê mijarê de serokwezîrê Ingilîstanê Boris Johnson bang li lîderên welatên G7 kir ku ji bo ji nû ve avakirina aboriya cîhanê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha got ku divê em ji şaştiyên sala 2008’an sûd werbigirin û birînên xwe yên wê demê derman bikin.

Ji aliyekî din ve serokê DYA’yê Joe Biden da xuyakirin ku di nava du salan de ew dê 500 milyon milyon derziyê koronayê li 100 welatan belav bikin. Îsal dê derdora 200 milyonî were belavkirin û yên din jî di sala 2022’an de.

Her wiha di nava sohbetên di navberan de di nava kêf û henekan de jî caranan peyamên ku gefan li hev dixun jî tên dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku beriya çend rojan ji civîna G7’ê Gerînendeyê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Nanetewî Tedros Adhanom bang li welatên pêşketî kiribû ku niha dest ji derzîkirina zarokan berdin da derziya Covîd 19 bêtir li cîhanê belav bibe û welatên feqîr jî bikaribin jê sûd werbigirin.