19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Covîd-19 û peykerên qeyûm

Dildarê Amedê

Gavên hikûmetê yên qaşo li dijî Koronayê yek ji yekê sosrettir e. Jixwe ew ji bo hemû tiştên kurdan û bi taybetî ji bo nirxên kurdan gotina (sozde) qaşo di ser û binê gotinên xwe de bikar tînin. Lê di rastiya xwe de ji demokrasiya wan bigire heta bi biratî û wekhevî û azadiya ku behs dikin tev sozde û qaşo ne.

Hikûmetê gelek gavên sosret avêtin û ez behsa hinekan ji wan bikim. Behsa bi 100 milyonan derzî dihate kirin lê heta niha derziyên ku gihane vî welatî gelekî kêmî wan hejmaran e ku behsa wê dikirin.

Sûk û bazar û dikan girtin lê xelk li derve ne, ma mîrata koronayê ji dikanan belav dibe yan ji xelkê? Esnafên ku ji ber rewşa vê nexweşiyê û krîza aboriyê qirik li wan zuha bibû û li hêviya cejna remezanê bûn da ku hinekî qirika wan şil bibe. Lê ew jî bi biryareke ji nişkê ve deriyê dikanên wan hatin girtin û malên ku kiribûn tev li dikanên girtî di stûyê wan de man.
Sosreta dawî daxuyaniya Dawudê kurê Çawîş a der barê derziyên koronayê de bû. Li gorî kurê Çawîş divê beriya her kesî rêber û kesên têkiliya wan bi karê geşt û gerê re heye werin derzîkirin. Çima? Ji bo ger û geşta vî welatî zirarê nebîne û turîst bi ser wan de werin. Îca çi bi milet tê bila were. Derzî li kê ketiye li kê neketiye ne xema wan e. Rojê çend kes dimirin ne xem e; ya girîng bila turîst ji vî welatî kêm nebin.

Tirsa min ew e ku ew bi van gavên xwe yên sosret rewşa vî welatî jî bikin wekî ya Hindistanê ku hejmara kesên bi koronayê ketine 21 milyonî derbas kiriye. Xwedê stara xwe li we bike û we ji qeda û belayên ku haya we jê heye û jê tune ye jî bistirîne.

Sosreteke din jî ji aliyê qeyûmê şaredariya bajarê mezin ê Amedê ve hat serê me. Wî jî li şûna kil bike kor kiriye. Qeyûm li Amedê qaşo ji bo sembolên Amedê hin peyker dane çêkirin. Şêranî û zebeşê Amedê derxistine pêş. Peykerê mirovê ku qaşo reklama şêraniya Amedê dike ewqasî bê teşe hatiye çêkirin ku dilê mirov ne tenê ji şêraniyê lê ji dinyayê jî dixelîne. Her wiha zarokek di nava zebeşê Amedê de çêkirine ku mirov çav lê dikeve zombî tê bîra mirov, yanî ku mirov ji qestî hewl bide rûyê zarokekî xira bike ancax mirov dê bikaribe wiha xirab çêbike. Lê welhasilî di encama bertek û nerazîbûna gelê Amedê de qeyûm neçar ma ku wan herdu peykerên sosret hilîne. Lewre jî di her warî de divê gelê me bertekên wiha nîşan bide ku bizanibin dew birayê mast e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê