20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPJ’ê xwest rojnameger Hesen were berdan

Li Silêmaniyê di 25’ê nîsanê de welatiyan xwestin li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê şermezar bikin meş li dar bixin. Asayîşa Silêmaniyê mudaxaleyî meşê kir û nûçegihanê ANF’ê Rêbaz Hesen jî di nav de herî kêm 50 kes hatin binçavkirin.

Ev çend roj in agahî ji rojnameger Rêbaz Hesen nayê girtin û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) bi daxuyaniyê bang kir ku demildest Hesen were berdan. CPJ’ê diyar kir ku rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê îdia dike ku rêz li hemberî azadiya çapemeniyê digire lê helwesta li hemberî rojnamegeran vê îdiayê piştrast nake û wiha hat gotin: “Em bang li rayedarên herêmî dikin ku tavilê Rebaz Hesen serbest berdin û bihêlin ku rojnamevan û dezgehên ragihandinê karê xwe bi azadî û bê tirsa tolhildanê bikin.”

CPJ’ê aşkea kir ku têkildarî binçavkirina Rêbaz Hesen peywendî bi Mekteba Ragihandina Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) re çêkirine, lê hîn bersiv nedane. CPJ’ê herî dawî balkişand ser birîna cezayê girtîgehê yên ji bo rojnameger Şêrwan Emîn Şêrwanî û Guhdar Zêbarî.

SILÊMANÎ