23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CPT: Armanca Tirkiyeyê valakirina gunda ne

Rêxistina Tîma Aştîxwaz a Xiristiyanan (Christian Peacemaker Teams-CPT) der barê bandora êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa Başûr de raporek li Sînemaya Salim a Silêmaniyê eşkere kir. CPT’ê diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi êrîşan gundan ji sivîlan vala bike. Her wiha da zanîn dewleta Tirk gef li gundiyan dixwe da ku venegerin ser gundên xwe.

Rapor ji aliyê serokê rêxistina CPT’e ve hat xwendin. Di raporê de balkişand ser bandor û armanca êrîşên Tirkiyeyê ya ku ji 23’ê nîsanê ve didome.

Di raporê de behsa êrişên Tirkiyeyê yên li ser gundê Kêsteyê hat kirin û hat gotin ku dema Tirkiyeyê êrîşî vî gundî kirî, di gund de 34 mal hebûn. Lê piştî êrîşên li ser gund xelkên Kestê ji neçarî gund vala kirin.

Di raporê de îşaret bi armanca êrişên dewleta Tirkiyeyê hat kirin û ev tişt gotin:  “Armanca dewleta Tirk ew e ku ev navçeyên êrişê wan dike ji sivîlan vala bike. Ji ber sivîl ji van gundan derkevin jî artêşa tirk gefê li xelkê gundan kiriye. Ger gundî vegerin ser gundên xwe jî dê xelkê gund jî wek ku gerîlabin, nêzî wan bibin ango êrîş bikin.”

Di raporê de ziyanên ku di encama êrişênTirkiyeyê de gihane gundan û xelkên gund, hat eşkere kirin. Her wiha îşaret bi ziyanên kuTirkiyeyê bi xwezaya Kurdistanê jî gihandine hate kirin.

Di dawiyê de jî CPT’ê bi nexşeyê cihên ku Tirkiyeyê xaka Başûr dagirkirine nîşanda.