20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cudahiya di navbera dilxweşkirin û piştgiriyê de

David Brownstein û Mezlûm Evdê li Hesekê agirê Newrozê vêxsitin

Divê kurd jî êdî cudahiyê bixin navbera piştgiriyê û dilxweşkirinê de û wan ji hevdu cuda binirxînin.

Gelek mînak di vî warî de hene lê li vir em ê behsa bûyereke ku van rojên dawî çêbû û wekî nûçe di gelek malperan de hate servîskirin.

Ez behsa nûçeya tevlêbûna Newrozê ya cîgirê nûnerê Amerîka yê Sûriyeyê David Brownstein dikin ku li kêleka Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li bajarê Hesekê agirê Newrozê vêxist.

Her çendî ev dîmen wekî piştgiriyekê ji bo kurdan were nîşandan lê di rastiya xwe de divê ew dîmen wekî dilxweşkirinê were nirxandin. Çima wiha dibêjim. Ji ber ku di di kêleka ku David Brownstein tevî kurdan agirê Newroz vêdixist êrîş li ser wê herêmê hebû, hêza QSD ku wan wekî hevalbendên xwe binav dike ji alî artêşa tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ve dihatin hedefgirtin.

Der barê van êrîşên ku dem bi dem li dijî herêmê tên kirin ne  David Brownstein ne nûnertiya Amerîkayê ya karên Sûriyeyê dike û ne ji welatê wî tu daxuyanî der barê van êrîşên bênavber, heta vê kêlîkê jî nehatine kirin.

Mirov dikare li gorê vê nêzîkatiyê gelek bûyer û têkliyên kurdan ên bi kes û hêzên navnetewî re di vê çarçoveya binirxîne.  
Heke em vegerim ser mînaka xwe ya nêzîkatiya David Brownstein û vêxstina wî ya agirê Newrozê û dema ku mirov bala xwe bide tiştê ku diqewime, mirov digihê wê baweriyê ku ev nêzîkatî ne piştgiriyê lê tenê dilxweşkirin e.

Ji ber ku di vê dema ku hêzên rejîma Sûriyeyê xwe ji wê devera Eyn Îsayê ya ku tê êrîşkirin dide alî, di heman demê de Rûsyayê çavên xwe ji hemû êrîşan digire û Amerîkayê jî tu daxuyanî an jî nerazîbûnekê nade.

Dema ku Amerîka an jî nûnerê wê yê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek dabûna wê gavê mirov dikaribû navê piştgiriyê lê bar bike û wê wiha bi nav bike.

Mixabin piraniya xebatên kurdan ên ku bi navê dîplomasiyê tên kirin jî gelek caran ji asta dilxweşkirinê dernakevin, lewre jî divê kurd cudahiyê bixin navbera van herdu têgehan û wan ji hev cuda binirxînin.