spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çûyînên ebedî yên bê wext û dem!

Harûn Hêvîdar

Çavê min li rê man..
Bêyî xatir bixwazî û bêyî hembêzkirin nekevin ser rê…
lê nehatî, çavên min li rê qerimîn û nehatî…
Ne bayê bêhna te, ne jî qasidan xeberek ji te gihand min,
hema wisa bêdeng û pêjnî winda bû û çû…
Bê ku şop û nîşaneyek li dû xwe bihêlî, da bidim dû te…
Ji we tenê ez û bîranîn mane… ew min li ser lingan dihêlin…
Dizanim hûn ê neyên lê dîsa jî wê çavê min tim li rêya we be…
Çûyînê îro ez pir êşandim. Mîna bazekî şikestî, bihareke bê gul, robarekî bêzinar, dayikeke zaroklêwindabûyî, di halê xwe de dikale û dinale.

Gelo hemû çûyîn jî wiha bi mirov dike?

Ev êş dişibe êşeke welê ku evîndarek ji evîna xwe qût bûye, dişibe hewara dayikeke li ser zarokên xwe dinale, çavlirêbûneke hevrêyê xwe ye û bihareke li benda kulîlk û zozanên xwe ye. Niha çi bêjim jî nikarim vê êşê pênase bikim û vebêjim. Di hal û rewşa xwe de dihelim û dikalim. Ma ji bo çûyînek nelibendê mirov ewqasî çok dide erdê? Gelek hevrêyên min hatin xatir xwestin û çûn. Li bendê bûm ku hemû jî rojekê vegerin. Lê hemû jî çûn nehatin!

Êdî ne dikarim mîna pêxember Eyûb sebrê bikêşim, ne jî çavê min êdî li rêyan dimîne. Çav westiyan, dil westiya, ling westiyan û em jî hew dikarin xwe li vê ragirin. Kevirê sebrê jî hew xwe radigire û şikest.

Boxçik û çenteyê bîranînên li gel min tije bûn, ez hew dikarim vî barî rakim. Ne milê min xwe li ber vê digire û ne jî dilê min. Êşa çûyînê li aliyekê, bîranînên wan êdî min diêşînin. Ne dikarim rakevim ne dikarim bijîm. Mîna tabloyekê her tim li ber çavê min zindî ne, bi min re dijîn. Lê mîna xeyalekê û sêhrekê ne. Nikarim wan bigirim, nikarim hembêz bikim.

Şevên dirêj û tarî dibin mêvan û li esmanan diçirisin. Ji dûr ve lê dinêrim û yek bi yek xêrhatina wan dikim. Ew jî bi çirûskên ji rûyên wan diçin, silav li min dikin û min hembêz dikim. Dixwazim xwe bigihînim wan, lê dikim nakim nikarim. Bi vî rengî em li xwe dikin sibeh. Dizanim çûn û nema tên, lê bi hatin û careke din himêzkirina wan dilê xwe dixapînim. Zanim nayê, lê çi bikim, nexwe nikarim vî dilî aş bikim. Ji ber ku ev dil bikeve, wê hemû bîranînên wan bikeve ser vê rûyê erdê ku hê ji postalên qirêj ên dagirkeran paqij nebûye. Ji ber wê ewqasî xwe radigim. Nexwe ev beden wê nikaribe vê êşê ragire.

Vê sibehê çûyînek din a bêxatir jî rûyê min ramûsa û çû… ewqas bi êş bûn ku çavê min jî rondik nebarandin. Di halê xwe de cemidîm. Di kêliyekê de hemû bîranîn û serborî li ber çavê min mîna şerîteke fîlman hat û borî. Dixwazim biqîrim, bikim hewar lê deng dernakeve. Dixwazim pey şopa wan bimeşim, şop li min winda dibin. Dibezim û dibezim nagihêm wan, tim li ber çavên min dixuyên û winda dibin.

Geh li çiyayan wan dibînim, geh li bajar û geh li zozanan; mîna roja ewil ciwan û bedew in. Rûyên wan dikene û diçirisin.

Nizanim heta kengê ez ê yeko yeko wilo xwe li çûyînên bêwext û bêdem bigirim. Kengê wê dor bê ser min, ez ê kengê xwe bigihînim wan jî nediyar e. Tirsa gelo ez bikevim ser rêya çûyînê jî ez ê wan bibînîm xwe li dilê min dide der! Em ê li cihekî çawa û di kîjan şertan de hev bibînin û hembêz bikin? Lê tiştekî baş dizanim ku me tevan bêriya hev kiriye. Em hemû jî li benda wê rojê ne…!