24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAD: Kurdan bi kurdan didin kuştin

Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû, têkildarî polîtîkayên li dijî Kurdan diyar kir ku Tirkiye bi operasyonên derveyî sînor, hêzê kurd bera hev bide û kurdan bi kurdan dide kuştin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û operasyonên Tirkiyeyê yên derveyî sînor ji Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Şah Oruç re nirxandin.

Musa Kûlû, anî ziman ku Komar li ser tunehesibandina kurd û elewiyan hatiye avakirin û îqtidarên Tirkiyeyê her tim kurd û elewî tune hesibandine û wekî dijmin nêzî wan bûne. Kûlû, destnîşan kir ku niha jî AKP-MHP kurd û elewî kirine ên nayên xwestin û got: “Îqtidara niha ji heqîqetê direve û van pêkanînan dixe dewrê. Lê ev yek pirsgirêkan çareser nake, li dijî wê pirsgirêkên nû diafirîne.”

‘Divê dewlet dest ji polîtikayên tunekirinê berde’ 

Kûlû, bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî jî û destnîşan kir ku divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên tunekirin û înkarê yên li hemberî girtiyan berde. Kûlû, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û got: “Pergala Îmraliyê, pergaleke ku li tu devera cîhanê tune ye. Birêz Ocalan û girtiyên din hema bibêje nikarin mafekî xwe yê hiqûqî jî bi kar bînin. Girtî jî li hemberî vê bêhiqûqîtiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Heger ev heqîqet neyê dîtin, dê bi tu awayî bi kêrî demokrasiya welêt neyê. Bereksê wê, dê xirabtir bike. Bila Tirkiye li gor hiqûqê tevbigere. Bi vî awayî dê piraniya pirsgirêkan ji holê rabe. Heger pêk neyê, dê pirsgirêk mezin bibin.”

‘Divê civak dengê xwe bilind bike’ 

Kûlû, destnîşan kir ku ji bo demokrasî bê avakirin divê civak bi awayekî cidî dengê xwe bilind bike û got: “Heger em bertek nîşan nedin, em ê bi destê xwe pêşeroja xwe radestî pergalê bikin. Civak hatiye tecrîdkirin. Mirov nikarin dakevin kuçeyan doza heqê xwe bikin. Welat bi temamî veguheriye girtîgehekê.”

Kûlû, ji bo operasyonên TSK’ê yên li Herêma Kurdistana Federe jî destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze hêzên kurd bi hev bide şerkirin û Peymana Qesr-î Şîrîn ya ji bo perçekirina kurdan hatibû îmzekirin bibîr xist. Kûlû da zanîn Tirkiye ji ewilî de plan dike kurdan bi hev bide şerkirin  û ev plan, niha jî di dewrê de ne.”

Kûlû, pevçûnên ku di salên 90’î de di navbera PDK û PKK’ê de çêbûn bibîr xistin û got: “Di vî şerî de bedêlên pir giran hatin dayîn. Niha Tirkiye bi teknolojiya xwe li Herêma Federe ya Kurdistanê şer dike. Divê her kes bi vê zanibe, gava dagirker biçin herêmekê qethiyen tiştekî ji gelê wir re nahêlin. Ji bo wan êsîr bikin diçin wir. Şer û mirinên li Başûrê Kurdistanê, dê daxwaza kurdan a ji bo azadiyê û pirsgirêka wan a hebûniyê bide ber nîqaşê. Lewma divê tu kurdekî xwedî wijdan, xwedî ehlaq û bîbir li ber birakujiya li wir xwe li guhnedêriyê daneyne.”

Kûlû, anî ziman ku ereb, faris û tirkên sondxwarî ji bo kurd nebin xwedî maf her tiştî dikin û kurdan bi hev didin şerkirin.

‘Çareserî diyalog e’

Kûlû, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd dê bi diyalogê çareser bibe û got: “Her şerek, xwedî rûxandinek aborî ye. Dê di pêşerojê de fatûreya wê giran be. Li gor baweriya me, heger kesek canekî bikuje, em wî/ê kesê daxilî cemê nakin. Li ku dera cîhan dibe bila bibe, gava nasnameya civakekê tune bê hesibandin, em li ber vê radibin. Em tim li cem mazlûm û mexdûran e. Heger welatek qesda tunekirina civakekê bike, ew welat amadekariyên rûxandina xwe dike.”