19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgeha DYA’yê 22 sal ceza da kujerê George Floyd

Dadgeha Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) 22 sal û nîv cezayê girtîgehê da polîsê ku bi tewana kuştina George Floyd ê afrîqayî hatibû girtin .

Rayedarê polîsan yê bi navê Derek Chauvin di dema binçavkirina mirovekî afrîkayî yê bi navê George Floyd de lingê xwe dabû ser histê wî heta ku jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku ev dîmen hatibûn belavkirin di nava raya giştî ya DYA’yê de nerazîbûnên mezin derketibûn holê û daxwaza cezakirina vî polîsê nijadperest hatibû kirin.

Dadgehê bi tewana ku polîsê bi navê Derek Chauvin peywîra xwe xirab bi kar aniye û hovîtiya ku li dijî George Floyd daye bikaranîn, 22 sal û nîv cezayê girtîgehê li wî birî.

Wekî tê zanîn George Floyd ê 48 salî di dema binçavkirinê de polîsê bi navê Derek Chauvin lingê xwe derdora 10 deqeyan li ser qirika wî hiştibû ta ku jiyana xwe ji dest dabû.