20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê Rojnameger Îsmaîl Çoban ceza kir

Dadgehê li Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban, 4 sal û 6 meh ceza birî.

Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Azadîya Welat a bi KHK’ê hatibû girtin Îsmaîl Çoban li Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê pêk hat. Dadgehê bi îdiaya “propgandaya rêxistinê” 4 sal û 6 meh ceza li Çoban birî.

Çoban ku ji ber dozeke din girtiye bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Çoban, parastina xwe bi kurdî kir. Çoban, destnîşan kir ku tiştên pê tê sûcdarkirina hemû di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de ne, lewma tu sûcî di xwe de nahewînin û xwest bê beraetkirin.
Parêzer Resûl Tamûr jî diyar kir ku muwekîlê wî nûçeyên xwe di çarçoveya azadiya çapemenî, fikr û ramanê de weşandine û xwest muwekîlê wî bê berdan.
Heyeta dadgehê piştî navberê, bi îdiaya “propagandaya rêxistin” 4 sal û 6 meh ceza li Çoban birî.