16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê rojnamevan Nûrcan Yalçin ceza kir

Dadgehê li rojnamevan Nûrcan Yalçin 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê hefsê birî.Danişîna 6’emîn a doza ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosayê de der barê rojnamevan Nûrcan Yalçin de hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran 9’emin a Amedê pêk hat. Parêzerê Yalçin Resûl Tamûr di danişinê de amade bû. Dozgerê Komarê bi mutalaya xwe ya pêşkeşî dadgehê kir xwest ku Yalçin ji “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” were cezakirin.

Her çend parêzer Resûl Tamûr daxwaza dozger red kir û xwest dosya Yalçin beraet bike jî, lê heyeta dadgehê daxwaza dozger esas girt. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer red kir û li ser daxwaza dozger bi sûcê “bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” 2 sal û mehek ji “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj, bi giştî 3 sal û 7 meh û 22 roj cezayê hebsê li Yalçin birî.

Şandeya dadgehê ceza taloqkir û der barê Yalçin de cezayê qedexeya derketina derve jî birî.