spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgerê libnanî û gefên Hizbulahê

Dadgerê libnanî yê bi navê Tarik Beytar tevî hemû gefên Hizbulahê xwe ji dozê venekişand û ji bo îfadeyê bang li 2 wezîrên berê yê hikûmeta Libnanê kir.

Wekî tê zanîn beriya çend mehan teqînên mezin li benddereke Beyrûda Libnanê pêk hatibûn û di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin. Beriya ku Tarik Beytar bibe dadgerê vê dozê dadgerek din ji ber zextan ji peywira wî hatibû dûrxistin.

Di dema dawî de alîgirên Hizbulaha Libnanê jî li dijî Tarik Beytar xwepêşandanek hatibû lidarxistin û hatibû xwestin ku ew destê xwe ji vê dozê vekişîne.

Di nava xwepêşandêran û hin çekdaran de pevçûn derketin û di encamê de 6 kes hatin kuştin. Hizbulahê partiya Hêzên Libnanê tewanbar kir ku wan ev xwepêşandêr kuştine.

Ji ber ku dadger Tarik Beytar xwestibû lêpirsînê bi hin berpirsên berê ên nêzî Hizbulahê re bike, ew bûbû hedefa rexne û gefên Hizbulahê.

Lê tevî hemû gef û zextan dadger Tarik Beytar dîsa xwestiye bi 2 wezîrên berê re lêpirsînê bike ku yek ji wan jî nêzî Hizbulahê ye.

Lewre li Libnanê di van rojên dawî de biryardariya vî dadgerî û navê wî ji rojeva wî welatî nakeve. Ji aliyekî ve piştgiriya wî tê kirin û ji aliyekî din ve Hizbulahê gefan lê dixwe.