18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dagirker topbaran dikin em jin tov lê direşînin’

Komîteya Aboriya Jinan ya Kongreya Star li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ya girêdayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aboriyê pêşbixe projeyên nû amade dike. Yek ji van projeyan jî projeya tenûr û çandiniyê ye. Komîte bi van projeyan dixwazin rola jinan di aboriyê de geştir bikin.

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinan ya Kongreya Star Zehra Mihemed derbarê projeyên xwe de diyar kir ku ew li gor pêdiviyan girîngî didin pêşxistina projeyan û ev tişt anî ziman: “Niha em li gundan digerin û jinan li ser aboriyeke xweser perwerde dikin. Di sala nû de projeya me li ser xwedîkirina mirîşkan jî heye. Ev proje di demên kin de çênabe lê em hewl didin ku ji bo her gundî projeyan amade bikin.

Zehra Mihemed bal kişand ser projeyên wan yê çandiniyê û wiha axivî: “Me di nav erdên ku girêdayê Aboriya Jinan in dest bi reşandina tovên genim û ceh kir. Wek tê zanîn gundê Til Şinan ê girêdayê  Aşûrî  dem dem  tê topbarankirin lê me îsal tovên genim li vir reşand. Dagirker topbaran dike, em jî tovan lê direşînin”

Mihemed di axaftina xwe de da zanîn ku bi tevahî 3 hezar û 526 donim û ji vê jî 960 donim ê kooperatîfên jinan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “18 jin di kooperatîfê de dixebitin. Piraniya wan hevjîn û dayikên şehîdan in her wiha jinên xizan û koçberên Serêkaniyê ne. Para her jinê jî 40 donim e.” ÇAVKANÎ: NÛJINHA