spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dagirker zimanên xwe li ser gelê Sûriyeyê ferz dikin

Piştî nûçeyên der barê birêxistina ciwanên sûriyeyî ji aliyê milîsên çekdar ên Îranê ve niha jî derkete holê ku Îranê li Meyadîna Dêra Zorê ya Sûriyeyê dest bi hînkirina zimanê farisî kiriye.

Li gorî saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê milîsên Îranê li bajarê Meyadînê ku di bin kontrola wan de dest bi perwerdeya zarokan a bi zimanê farisî kirine.

Îranê  kursên zimanê farisî li wir vekirine û ji bo teşwîqkirinê soza xelatên mezin ê pereyan daye zarokan. Zarokê ku vê kursê bi rengekî gelekî baş bidawî bike dê milyoneke pereyê sûrî xelat bigire.

Navenda Çandê ya Îranê li Meyadînê kurseke nû ya zimanê farisî bi navê ‘Beraim El Fûrat’  ji bo zarokan daye destpêkirin û ew dibe kursa duyemîn piştî ku par jî kursekî bi vî rengî çêkiribû. Bê guman ew van zarokan ne tenê hînî zimanê farisî dikin lê di ber de wan hînî oldariya li ser bingeha mezhebê şîî jî dikin.

Hêjayî gotinê ye ku bi heman rêbazê hikûmeta tirk jî li deverên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Babê û deverên din ên di bin kontrola wê de, ji vê rêbazê wêdetir ew êdî li dibistanan bi rengekî fermî perwerdeya bi zimanê tirkî didin zarokên sûrî.

Di heman demê de Rûsyayê jî bi rengekî din zimanê rûsî li ser dibistanên ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ferz kir. Êdî li wan dibistanên Sûriyeyê êdî li şûna zimanê fransî dê zimanê rûsî were bicihkirin.

Wiha jî tê xuyakirin ku armanca Îranê ne tenê alîkariya rejîma Sûriyeyê ye û armanca Tirkiye jî ne alîkariya muxalefetê ye lê ev herdu welat plansaziya mana xwe ya bi rengekî mayende li wî welat dikin. Ne jî Rûsyayê bi hewara rejîma Sûriyeyê ve hatiye lê her yek ji van welatan çavên xwe berdaye talankirina vî welatî û di nava hev de li xwe parve dikin.