Sunday, September 19, 2021

Dagirkerî û penaberî

Nivîskara Rojname Welat Zeynep Guner, di guncikê xwe yê îro de bal kişand ser bandora welatê azad û welatê dagirkirî ya li ser penaberiyê. Zeynep Guner, anî ziman ku welatek ne dagirkirî be û standartên wî yên jiyanê baş bin tu kes ji wî welatî nabe penaber.

Nivîsa nivîskara Rojnameya Welat Zeynep Guner a bi sernavê ‘Dagirkerî û penaberî’ wiha ye:

Welatê kê hebe û ew welat dagirkirî nebe standartên wî welatî baş bin, tu kes ji wî welatî nabe penaber.

Gelek sedemen penaberiyê hene. Yek ji wan jî şer e. Mirov ji ber zilm û êrîşên serdestan, ji welatê xwe koç dikin û dibin penaber. Tu kesên ku di welatên wan de aramî, aştî, demokrasî an jî xizanî  tune, ji welatê xwe dernakeve û li deriyê welatek din naxe. Standartê welatên mirov tê de dijîn bilind be, mirov ji vir naçe cihek din. Em kurd koçberiyê baş dizanin. Kesên herî baş vê rewşê dikarin fêm bikin kurd in.

Kurd bi sedan sal in di bin dagirkeriyê de ne. Welatê me bi peymanên wek Qesrî-Şîrîn ku di navbera Osmanî û Îranê de hat mohrkirin, bû du parçe. Bi peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’an jî bû çar parçe. Kurdên ku xwedî gotin û hêz bûn, piştî peymana Lozanê û bi avakirina çar dewletên dagirker ve rastî polîtîkayên înkar û tunêkirinê hatin.

Bi taybet kurdên ku bi tirkan re ji bo avakirina Tirkiyeyê şer kirin, li ser wan kurdan polîtîkayên tasfiyekirinê, çewisandinê û sirgûnkirinê hat meşandin. Li dijî wan polîtîkayên qirêj di sala 1925’an Şêx Seîd, di sala 1930’an da Agirî û Zîlan, di sala 1938’an de jî Serhildana Dêrsimê pêk hat. Tevî ku di ser peymana Lozanê de 98 sal derbas bibin jî, kurdan dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedane.

Ev qas parçebûn û sirgûnkirinê jî kurd ji têkoşînê dûr nexistine. Ne tenê li Kurdistanê, her wiha li her derê ku kurdan xwe gihandine û giyana xwe berdewam dikin li ser pîyan man, dev jî doza xwe ya azadiyê bernedan.

Elbet kurdên ku îro penaber in rastî gelek zehmetiyan tên. Aliyekî wan herdem kêm dimîne. Li aliyekî welat dagirkiriye û jê dûr in, li aliyê din penaber in û ji bo gelekan adeptebûna çandek din û zimanek din bi xwe re gelek zehmetiyan tîne.

Ne hêsan e ku tu kes axa xwe, mala xwe, malbata xwe li dû xwe bihêle û dest bi jiyanek nû ya ku tu qet nas nakî bike. Tu dizanî tu ji çi yan kê direvî. Lê tu nizanî tu diçî ku û rastî çi tê. Ev tiştên ku rastî te tên bi xwe re çi binîn.

Şansê hemû kesan ne wek hev in. Gotinek heye, fransî dibêjinn Napolyon gotiye ‘Erdnigarî çarenûsa mirov e.’  Ji ber vê çarenûsê gelek caran mirov nikare ji bo xwe biryara pêşerojê bide. Lê ji ber biryarên li ser erdnigariya me kes/hêzên din biryar didin. Em mecbûr dimînin hemû jiyana xwe biguherînin û li gorî rewşê, demê dîzayn bikin.

Ji wan guhertinan ne tenê gelê kurd, li Rojhilata Navîn û heya Asyaya Navîn Afganistanê jî gelek gel ji ber dagirkeriya hêzên hegemon û emparyalîst di bin metirsiyê de ne.

Gelê ku welatên wan hene jî, wek afganan aştî û aramî neditîne. Ev jî ji ber dagirkeriya hêzên hegemon, ji ber îslamîstan û sîstema patriarkal herdem rastî êrîş û dagirkeriyê hatine.

Li hemberî sovyetan Talîban di sala 1994’an de li Kandaharê hat avakirin. Bi hatina Talîbanê li Afganistanê gelek guhertin çêbûn. Jin ji jiyana rojane hatin dûrxistin, xwendina keçan qedexe kirin, bandorek negatîf li ser jiyana civak û jinan çêkirin.

Dagirkirina Afganistanê tiştek nû nin e. Sed sal berê îngilîzan êrîşê wan kir lê bi ser neketin. Piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’an Amerîka Ûsama bin Ladîn hincet nîşan da û Afganistanê dagir kir. Li ser dagirkirinê Amerîka ya ku digot em azadiya jinan girîng dibînin û em wan diparêzin, yên herî zirara mezin dan rêxistinên jinên afgan dîsa ew bûn.

Salên dawî çiqas jinên afgan xwe birêxistin kiribin jî, îro dîsa hêzên wek Amerîka Efganistanê radestê Talîbanê kirin. Ev jî bi xwe re metirsiyek mezin tîne. Li aliyek kuştinên jinan zêde dibe li aliyê din, jin dîsa ji deskeftiyên xwe dibin.

Dîsa penaberî zêde dibe û gel ji axa xwe tên dûrxistin. Ji bêçareseriyê dayik zarokên xwe didin leşkerên amerîkî, pêkû wan ji nav lepên Talîbanê xelas bikin. Ev yek gotina ‘berxê emanetê gur dikin’, tîne bîra mirov. Yên ku wan teslîmê Talîbanê dikin dîsa ev hêz bûn.

Bi milyonan mirov dibin penaber. Ev penaberî bi xwe re çi bîne em ê di demên pêş de bibînin. Lê ya ku li hemberî dagirkeran divê bê kirin ewilî xurtkirina rêxistinên demokratîk û civakî ne.  Bi van hêzên komcivakî û bi têkoşîna hevkar a gelên bindest û xweparastinê encax serdest gav şûnve biavêjin.