25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ dîsa rêbazên xwe yên tirsandinê bikar tîne

DAIŞ’ê dema nû dengê xwe belav kir, li Sûriye û Iraqê rêbazeke hovane ya tirsandina xelkê bikaranî. DAIŞ’ê ji bo çavtirsandina mirovan a ji rêxistinê, ev rêbaz gelek caran bikar anî. Lewre jî piştî belavkirina wê tirs û xofa xwe ku dîmenên serjêkirina mirovan belav kirin, li gelek deveran bêyî ku kesek li ber xwe bide deverên berfireh xistibûn bin kontrola xwe.

Niha jî dîsa li Iraqê dixwazin bi heman rêbazê çavên xelkê bitirsînin. Lewre rayedarekî polîsên Iraqê yê beriya demekê li Diyalayê hatibû revandin bi vî şêweyê hovane serjêkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya malpereke xwe ya dijîtalê, dîmenê polîsê iraqî yê ku ji Diyalayê revandibûn parve kir. Di dîmen de rayedarê bi navê Yasir El Curanî çavgirêdayî li ser kabokan rûniştiye, li paş wî ala DAIŞ’ê û çeteyekî ku kêr di destan de ye rawestiyaye.

Hêjayî gotinê ye ku kesên pêşî ew efsaneya çeteyên DAIŞ di wî warî de şikand şervanên kurd bûn. Bi taybetî jî berxwedan û têkoşîna şervanên YPG û YPJ’ê ew efsaneya ku ‘tu kes nikare li hemberî DAIŞ’ê raweste’ şikandin û ew gav bi gav têk birin ta ku desthilata wan a li ser axa Sûriyeyê tune û bêbandor kirin.

Bi taybetî jî herî zêde bandora şervanên jin hebû ku bûbû kabûsê çeteyên DAIŞ’ê. Ji bo çeteyên DAIŞ’ê tirsa herî mezin şervanên jin bûn.