25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê careke din êrîş kir

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraq û herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Çeteyên DAIŞ’ê derengiya şevê avêtin ser gundê Qela yê girêdayî navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyalayê û 2 welatî revandin. Piştî revandinê, malbatên wan bi hewara wan ve çûn. Çeteyan kemîn danî ber welatî û hêzên Iraq’ê, di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Rêveberê Asayîşa Kokir Şemal Ebdulrehman derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku şer û pevçûn çêbûn, şer ji 00:00 heya 03:00 siharê dewam kir.

Şemal got ku kes û karên kesên hatibûn revandin, ketin kemîna çeteyên DAIŞ’ê. Di encama kemînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Şemal da zanîn ku kesên hatibûn revandin kurd û ereb bûn, yên hatine kuştin 2 jê kurdin û xelkê gundê Qelayê ye. Yên din jî niştecihê gundê Bum Hunte û Şêx Bawe ne.