25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAIŞ’ê êrîşa li Mexmûrê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ’ê  berpirsiyariya êrîşa ku li gundê Xidir Cîce yê Mexmûrê pêk hatibû û tê de 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, girt ser xwe.

DAIŞê  da xuyakirin ku wan di vê êrîşê de çekên sivik û RPG bikar anîne. Her wiha di 29’ê meha borî de jî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve jî êrîşî xaleke pêşmergeyan kiribûn û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûbûn û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Ji aliyekî din ve DYA’yê bi daxuyaniyekê ev êrîş şermezar kir û piştgiriya xwe ya bi artêşa Iraqê û pêşmergeyan re destnîşan kir. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Em dubare piştgiriya xwe ji bo şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi hêzên Iraqê û pêşmergeyan re didin xuyakirin.”

Hêjayî gotinê ye ku di demekê de artêşa tirk bajarên başûrê Kurdistanê dorpêç kiriye pê re jî tevgera çeteyên DAIŞ’ê dîsa li hin deverên Başûr zêde bûye. Balkêşe ku ev êrîş di demeke wiha de hate kirin ku amadekariyên vegera pêşmergeyan a bo Kerkûkê ketiye rojevê.