Monday, September 20, 2021

DAIŞ’ê radestî edaleta jinên êzidî bikin

Adar Şaman

Heya civakên veder ên li derveyî pergala serdestan dijîn, ji bo heyîna xwe; hewla wan bi lez nebe, lebata wan çênebe, ne xwediyê gotin û biryarên xwe bin dê stûye wan her li ber mîrkûtê zaliman be.

Cihê ku şerê têkoşîna azadiyê lê hebe, li wir bihêzbûn, xweparastin û jiyana sazûmanî heye. Cihê ku jinên azad û şerker lê be, li wir xeyalê jiyanê yê mezin hene. Lê di pergala baviksalariyê de jin, weke bela tê dîtin. Ev encama nêzîkatiya zilamê serdest e. Kesên li pey azadiyê ne, neçar in şerê rizgariyê bikin.

3’yê Tebaxê ne roja şînê ye ku herkes rûnê û rondikan bibarîne. 3’yê Tebaxê roja dahûrandin, ezmûn girtin, pêşdebirina erkên xwe, debirîna zanebûnê û rakirina tola fermanê ye. Roj roja ji nû ve avakirina parêzgeha Şingalê ye. Plangeriya fermanê, bi hevkariya îstîxbaratên hêzên hegemon ên cîhanê re hat gerandin. Armanc jê ew bû ku Şingal ji baweriya êzdayetiyê bê xalîkirin û îslama tundrew li ser tevahiya ferdên ji baweriya êzdayetiyê ne, bê ferzkirin; qirkirina çandî û fîzîkî bi hev re bi encam bikin. Lê li pêş hovîtiya reş a rûpoşên nehs-cinawir ên pergala neolîberal; 12 hewariyên serdemê bi eşq û evîna Edûlê, li pêş wan bûne şûr û mertalê Derwêşê Evdî.

Beriya hovîtiya DAIŞ’ê, êvara 3’ê Tebaxê li seranserî gund, bajarok, deşt û çiyayê Şingalê bêdengiya xewa şirîn serwer bû. Herkes di nav hewldana debara mal û malbata xwe de tevdigeriya. Çolistana wîlayeta Nînovayê ji kela kela germa havînê bi pêt û agir bû. Her ku kêliyên man û nemanê nezîk dibûn, lîstika zarokên gundê Koço mezintir dibû. Fermana destpêke li gundê Koço pêk hat. Wê şevê li gundê Koçoyê dawet digeriya, li çar kenarê dawetê zarok bi lîstika xwe mijûl bûn. Komkujiya yekemîn li ser gundê Koço ku piraniya şêniyên wê ji êzidiyan pêk dihat, bi destê cîranên wan ên ereb hat kirin.

Hêzên serdest ên Rojhilata Navîn û mêtîngerên Kurdistanê, di serî de persan 7, osmaniyan 51, bi giştî 74 ferman, di dîrokên cuda de li beramberî baweriya êzdayetiyê pêk hatiye. Armanca fermanên ku hêzên mêtînger pêk anîn ew bû ku heyîn, baweriya vê civaka qedîm a Êzdayî, bi awayê fizîkî û çandî ji holê bê rakirin. Piraniya fermanan li Şingalê, li ser xaka pîroz qewimîn. Plan valakirina êzidiyan ji Şingalê bû; lê ev hesabê wan pêk nehat. Heyanî ku Şingal hebe, wê alaya êzdayetiyê ya berxwedanê li lûtkeyê her li ba be.

Dermanê êş û azarê Fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, qebûlkirina statûya Şingalê ye. Ji bo wê kar û xebat dikeve ser tevahî partî, rêxistinên kurd û her kesek ji me. Heya Şingal statûya xwe bi dest nexe û xwe bi xwe bi rê ve nebe, wê herdem xeteriya êrîş û qirkirine li ser êzidiyan kêm nebe. Wer xuya ye ku civaka êzidî, pîştî jenosîda 3’yê Tebaxê bi ezmûn tevdigere û dixebite. Rêveberiya Xweser a Şingalê, di demeke kin de, kar û xebatên xwe lezandin, saziyên civakî yên demokratîk ên aborî, meclisên taxan, gund û bajaran hatin avakirin. Her wiha têkiliyên dîplomatîk di serî de bi hikûmeta navendî ya Iraqê û di asta saziyên navneteweyî de pêş xistin. Hêzên parastina civaka êzidxanê hatin damezirandin, bi hezaran malbatên di fermana 3’yê Tebaxê ji Şingalê koçber bûbûn vegeriyan ser gundewarên xwe û hwd. kar û xebat piralî hatin meşandin.

Jinên êzidî bi nêzikbûna salvegera Fermana 3’yê Tebaxê ku bi hezaran jin û zarok hatibûn revandin û bi komî hatibûn qetilkirin; zêdetir girîngiyê didin erka xweparastinê. Jinên êzidî; hebûna xwe di rêxistina xweser û parastina rewa de dibînin. Lê belê jinên bihêz dikarin bi karê şoreşê re rabin û alîkariyê bikin. Êdî jinên êzidî, xwe bi xwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û birînên xwe derman bikin. Loma ketina ferq û zanebûna hêza xwe ya cewherî. Her jinek êzidî ya ku xwe bi rêxistin kiriye; di zanabûna parastina xwe û civaka xwe de ye. Ev hişmendî beriya fermana 3’yê Tebaxê lawaz bû, ne birêxistinkirî bû bi qirkirina sedsala 21’emîn a hovane re rû bi rû ma. Ger ku jin xwe zana û rêxistin nekin, dê nikaribin xwe di rêveberiya xweser de mayînde bikin. Ev yek bi têkoşînê dikare bê derbaskirin. Li dijî paşverûtiya baviksalarî û pergala serdest, pêwîstî bi ruhê kolektîf ê hest û hêza jinan heye. Jin ewqasî di hêla civakbûyîn, aborî, artêşbûyîn û siyasî de hatiye dûrkirin û çewisandin; êdî dem ew dem e ku ji fermanan ders bên derxistin.

Ne dema lawazî û parçebûnê ye. Dema yekitî û hevgirtina civaka êzidiyan e. Rêgeza ku civaka mirovahiyê pê girêdayî ye, asta zanist, rêxistinkirin û asta wê ya têkiliyên bi hev re ye. Em dikarin bibêjin ku jin pir rehet dikare vê astê ava bike, rêxistinbûna civakê hîn mezintir bike. Ji bo vê jî hişmendiyek wekhev û demokratîk a şoreşger pêwîst e. Divê derveyî van tiştek din layîqî berxwedana Şingalê neyê dîtîn û neyê qebûlkirin. Rêgeza vê yeke jî diyar e; divê xweseriya Şingalê misoger bibe, ev bivê nevê ye, rê li ber qirkirin, ferman û komkujiyan bê girtin.