19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DAKAP’ê starta 25’ê Mijdarê da û hemû jin vexwandin têkoşînê

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP)  têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna Navneteweyî ya Tundiya Li Ser Jinê li pêş avahiya PTT’ê ya li Semta Ofîsa navçeya Yenîşehîra Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Jinan beriya daxuyaniyê li Şaxa PTT’ê ya Ofîsê ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin.

Berdevka Demê ya DAKAP’ê Çagla Îzcî, piştî şandina kart û nameyan diyar kir ku Koordînasyona 25’ê Mijdarê ji 5 saziyan pêk tê û bernameya çalakiyên xwe parve kirin. Îzçî bernameya çalakiyan wiha parve kir:

“ * 17’ê mijdarê: Li hemû navçeyan û Kolana Hunerê wê xebatên sticker werin kirin. Afîşên têkildarî 25’ê Mijdarê wê werin çapkirin û li hemû kolan û ketin û derketina bajêr bên çapkirin.

* 18’ê mijdarê: Wê bi rêveberiyên herêmî re xebatên atolyeye werin kirin.

* 19’ê mijdarê: Di pêşentgiya Komeleya Jinan a Rosayê de wê li Kafeya Zerzevan gotûbêjek were lidarxistin. (13.00-16.00)

* 20’ê Mijdarê: Di hefteya windayan de bi pêşengtiya ÎHD’ê wê li Parka Koşûyolûyê ji bo Gulistan Dokû bang were kirin. (12.00)

Bi pêşengtiya KESK’ê wê bi jinan re tûra bîsiklêtê ya were organîzekirin.

* 21’ê Mijdarê: Di pêşengtiya MED TUHAD-FED’ê de wê li pêş Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniya çapemeniyê were lidarxistin. (12.00)

Di pêşengtiya Komîsyona Edaletê ya Gulistan Dokû de wê li Şanoya Bajêr a Amedê şanoyê temaşe bikin. (15.00)

* 22’yê Mijdarê: Li navçeyan wê xebat bên meşandin.

* 23’yê Mijdarê: Di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de wê serdana Goristana Gundê Sîsê bê kirin. (09.00) Di pêşengtiya Jineolojî û KASED’ê de wê pêşangeha bergên Kovara Jineolojiyê were lidarxistin û wê li Şanoya Bajêr a Amedê lîstik were temaşe kirin. (16.00)

* 24’ê Mijdarê: Bi pêkhateyên DAKAP’ê wê panel were lidarxistin. Ji bo cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar bikin dê li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniya çapemeniyê  bidin.

* 25’ê Mijdarê: Wê tevlî daxuyaniya aşkerakirina rapora salane ya Tora Tundiyê bibin. (17.00)

Bi şev wê meşa bi meşalet were lidarxistin.

* 26’ê Mijdarê: Wê beşdarî lîstika ku KESK li Şanoya Bajêr a Amedê pêşkeş dike bibin.

* Wê li navçeyan hin çalakiyên cuda werin lidarxistin.

* Wê ji girtiyên jin re qert û pirtûk werin şandin.

‘EM PAŞVE GAVÊ NAVÊJIN’

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy piştî aşkerakirina bernameyê pergala dewleta zilam rexne kir û wiha got: “Denîz Poyraz encama vê hişmendiyê hat qetilkirin. Leyla Guven, Hulya Alokmen, Ayşe Gokkan, Gonul Erden û bi hezaran jin bi vî awayî hatin girtin. Têkoşîna me têkoşîna azadiyê û wekheviyê ye. Em ê li dijî her cure polîtîkayên zext û tepisandinê têkoşîna xwe bidomînin. Em li dijî polîtîkayên şer ên ev pergal dimeşîne, pergala ku Mûsa Orhan berda û Çîlem Dogan û Îpek Er ceza kir, li dijî xizantiya jinê û îstîsmarkirina zarokan, em li dijî desthilata ku di nav amadekariyên qanûnî yên nû dike em paş ve gavê naavêjin.”

Atasoy, hemû jin vexwendin çalakiyan û wiha axivî: “Em bang li jinên Amedî dikin ku di çalakiyan de li hev bicivin. Rêya me rêya azadî û wekheviyê ye. Me îro ji hevalên xwe yên girtî re qert şandin, wê dîwarên ketine navbera me nebin asteng û wê baweriya me pêk were. Zû an dereng em ê li qadên azad werin gelhev.”

Axaftin bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.