24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna 19’emîn a Pirsûsê hat dîtin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî şahiya ciwanên sosyalist ên ku dixwestin biçin Kobanê êrişek xwekuj pêk anî. Di teqîna li ber navenda Çandê ya Amarayê pêk hat de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn.

Danişîna 19’emîn a doza Pirsûsê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Ji ber pandemiyê hindik kes berdan eywana danişînê. Di danişînê de malbatên qûrbaniyan, parêzer, parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, hevşaredara Pirsûsê ya qeyûm tayînê dewsa wê kirin e Hatîce Çevîk beşdarî danişînê bûn.

Di doza Pirsûsê Yakûp Şahîn tenê girtiye û wî qet neanîne eywana danişînê. Di vê danişînê de jî bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T beşdarî danişînê bû. Di danişînê de dozgerê mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir.

Dozger di mutalaya xwe de xwest bersûc Yakûp Şahîn 34 caran bi cezayê heta hetayê yê girankirî were cezakirin. Her wiha hat xwestin ku dosyaya bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî jî ji dosyeya giştî were qetandin.