spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Şenyaşar birî

Di doza malbata Şenyaşaran de dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî.
14’ê hezîrana 2018’an, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kiribû. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşar û kesek ji ji malbata Yildiz jiyan xwe ji dest dabûn.
Roja 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yan a Meletiyê li Fadil Şenyaşar 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz 18 sal ceza birî.
Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê jiyana xwe ji dest dan, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” çalakiya xwe ya nobedê nêzî mehekê ye dewam dikir.

Dayik Emîne Şenyaşar a li nobeta “edaletê” biryara dadgehê bihîst, wiha bertek nîşanî biryarê da: “5 kurên min hebûn 2 ji wan kuştin, yekî jî kirin girtîgehê. 37 sal û 9 meh ceza lê birîn. Yê qetlîam kir, 18 sal danê. Ev edalet, ev deweleteke çawa ye? Li vî welatî edalet tune ye, em ê ji van deran herin. Em êdî li van deran najîn. Kê zarokên min kuştin? Kê dîwarên nexweşxaneyê bi xwînê sor kir?”

Li ser hesabê medyaya civakî yê li ser navê malbata Şenyaşar hatiye vekirin wiha hat gotin: “Me na, kujeran bigirin. Li dikana me êrîşî birayên me kirin. Bav û birayên me kuştin. Hûn zilmê li me dikin.”

RIHA