25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza rojnameger Gok taloqî îlonê kirin

Di Newroza 2017’an de Kemal Kurkut ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Rojnameger Abdurrahman Gok wêneyên  kêliya kuştina Kurkut girtibû û bi xêra van wêneyan haya raya giştî ji kuştinê çêbûbû.

Lê ji ber ku Gok ev wêne girtibûn der barê wî de bi îdiaya “endamê rêxistinê” ye û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin û heta 20 salan cezayê girtinê jê re dihat xwestin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gok û parêzerên wî Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar jî li eywana danişînê amade bûn. Her wiha gelek rojnamevanan jî dozê ji nêz ve şopandin.

Her kes dizane ku Gok rojnameger e

Dozgeriyê xwe spartibû îdiayên şahidekî veşartî yê bi navê Sabir û ser vê yêkê ceza ji Gok re xwestibû. Îdiayên şahidê nepen ê ku di îfadeya xwe de gotibû Kemal Kurkut endamê rêxistinê ye û Abdurrahman Gok jî bi fermana Qendîlê wêne girtine ji Gok hatin pirsîn. Gok ev îdia nepejirandinû û wiha got: “Ev angaşt hemû derew in. Ez napejirînim. Şahid dizane ez rojnamevan im û ji fakulteya ragihandinê der çûme. Ev agahî ji aliyê her kesî ve tên zanîn û dikare bê zanîn jî.”

Îdiayên şahid ‘Sabir’ bêbingeh in

Gok der heqê Kemal Kurkut de jî wiha got: “Şahidê nepen Kurkut jî wekî endamê rêxistinê nîşan daye û ev yek ‘Kemal Kurkut rencîde dike’. Li gorî îfadeyên şahidê nepen, min bi fermanê ev wêneyên Kemal Kukut girtine. Heke wiha be, mirov dibêje qey min û polîsê ku Kemal kuştiye li hev kiriye. Ev tiştên ku şahidê nepen dibêje ne rast in.

Parêzerê Gok Mehmet Emîn Aktar li ser muwekîlê xwe û angaştên şahidê nepen got ku ew di gelek dozan de rastî vanm îfadeyên derew ên şahidê veşartî tên û wiha dewam kir: “Muwekîlê min wekî peywireke pîşeyî ev wêne girtine û divê  îfadeya şahidê veşarî  esas neyê girtin. Ev doz doza dijminatiyê ye.”

Tiliya ‘Sabir’ di hemû dozan de heye

Parêzer Gok Resûl Tamûr jî bal kişand ser îfadeya şahidê nepen ê dozê û wiha got: “Şahid dibêje ku Abdurrahman Gok di navbera sala 2016-2017’an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ser navê rêxistinê kar kiriye, lê Gok di wê heyamê de ji bo karûbarên rojnamegeriyê derbasî Iraqê bûye û li wê derê rojnamegerî kiriye.”

Tamûr belgeyên di vê der barê de pêşkêşî dadgehê kirin û diyar kir ku şahidê nepen yê bi navê Sabir bi heman îdiayan der heqê muwekîla wi rojnamevan Sabîha Alankûş de jî axivîbû lê doza Alankûş bi beraatê bi encam bûbû. Tamûr belgeyên beraatê yên Alankûş jî radestî dadgehê kir û xwest ku  ev beyanên şahidê nepen neyên esasgirtin.

Lijneya dadgehê ji bo amadekirina mutalayê danişîn taloqî 30’ê îlonê kir.