19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna duyem a Doza Kobanê dest pê kir

Danişîna ewil ya Doza Kobanê ku hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 108 kes tê de dihatin darizandin, di 26’ê nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê ya 22’yemîn hatibû dîtin. Danişîna duyem jî îro li Kampusa Girtigeha Sîncanê dest pê kir.

Beriya ku danişîna dozê test pê bike, li hundir û dervê Kampusa Girtîgeha Sîncanê polîsan bi navê ‘tedbîran’ astengî ji rojnameger û parêzeran re derxistin. Beriya danişîn dest pê bike, parêzer, parlamenter û kesen dozê bişopîne, bi hinceta li salonê lêgerîna bombeyê heye demek dirêj li pêş kampusê hatin rawestandin. Piştî lêgerînê yek bi yek hildan hundir. Li gor agahiyên hatî parvekirin hejmereke zêde ya polîsan li salonê bi cih bûn. Ji bo malbatan û şopdarên dozê salonek cuda hat amadekirin.

Polîsan rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin û derbasî salonê bibin, bi hinceta karta wan a turkuazê tune, hilnedan hundir. Dîsa destûr nedan ku telefon û kompîtûrê jî têxin hundirê salonê.

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu û wekilên HDP’ê tev li danişîna dozê bûn. Dîsa nûnerên Delegasyona Tirkiyeyê yên Yekîtiya Ewropayê jî doz şopandin.

Kesên ku girtî têne darizandin bi rêya SEGBîS’ê tev li danişînê bûn. Tê payin ku di nava rojê de Siyasetmedar Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş mafê axaftinê bigirin. Di danişînê de 200 parêzer dozê dişopînin.ENQERE

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê