19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Mehmet Şahîn derket pêşberî dadger

Nivîskar û Rojnameger Mehmet Şahîn bi hinceta şahidê nepen li ser wî îfade dane derket pêşberî dadger. Danişîna 10’emîn a doza Nivîskar û Rojnameger Mehmet Şahîn ku bi sucdariya “Rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye” dihat darizandin, îro li Dadgeha Cezayên Giran a 5’emîn a Amedê pêk hat. Li salonê Rojnameger Mehmet Şahîn û parêzerê wî Resûl Tamûr amade bûn. Di danişînê de dozger ji heyetê xwest ku îfadeya şahidê nepen bê temamkirin û doz bê taloqkirin. Parêzerê Şahîn Resûl Tamûr jî xwest têkildarî îfadeyên şahidên nepen rapor bi wan re bê parvekirin û li gorî wê parastinê amade bikin. Heyeta dadgehê ji bo îfadeya şahidê nepen bê girtin danişîna dozê taloqî 3’ê Sibata 2022’an kir.