20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişînên rojnamegeran hatin taloqkirin

Der heqê rojnameger Sadiye Eser û Sadik Topaloglû bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê doz hatibû vekirin. Îro çaremîn danişîna Eser û Topaloglû li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Eser û Topaloglû tev li danişînê nebûn. Parêzerê wan li danişînê amade bûn. Tevî ku der barê şahid Ozgur Baran de biryara bi zorê anînê hebû jî Baran tev li danişînê nebû. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pêkir.

Parêzera dozê Ayşe Acînîklî di danişînê de diyar kir ku îfadeyên şahid hev nagirin û wiha got: “Tunebûna wî rewşê aloztir dike. Di sala 2014’an de Baran li ser biraziyê Sadik Topaloglû jî îfade dabû lê ji ber ku gotinên wî hev nedigirtin Yûsûf Topaloglû berat kir. Ji ber vê dubare dibêjim ku agahiyên wî ne rast in. Ji ber ku agahiyên şaş dide ne girîng e ku îfadeya wî bên girtin.”

Parêzer Ozcan Kiliç da zanîn ku ji aliyê hiqûqê de tu girîngiya şahid tune ye û wiha axivî: “Di dosyayê de 8 navnîşanên Ozgur Baran hene. Baran der barê gelek kesan de axiviye loma naxwazin wî bînin danişînê.”

Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê danişîna rojnamegeran taloqî 21’ê îlonê kir.

Danişîna 4 rojnamegeran hat dîtin

Her wiha rojnameger Canan Coşkûn, Can Ûgûr û Alî Açar ji ber ku qetilkirina Berkîn Elvan kiribûn nûçe doz li wan hatibû vekirin. Îro danişîna wan jî li 34’emîn Dadgeha Cezayê Girana a Stenbolê hat dîtin û danişîna wan taloqî 7’ê cotmehê hat kirin.

Ji aliyê di ve jî danişîna doza rojnameger Rûken Demîr li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê hat dîtin û doza Demîr jî taloqî 5’ê cotmehê kirin.