Rojnameya Heftane

Dans polîtîk e

Navenda Nûçeyan

Swîng navê cureyek dansê ye ku bi muzîka cazzê tê kirin û di destpêka salên 1920’î de li Amerîkayê bi pêş dikeve. Reha wê afro-amerîkî ye. Swîng danseke kolanan e lê bi demê re li salonan bi orkestrayên mezin tê kirin.

Ji ber Buhrana Mezin (1929) û Şerê Cîhanê yê Duyemîn (1939-1945) tê ber tunebûnê. Tenê li çend cihên biçûk dimîne. Piştî dinya sahilî dibe, salên 1980’yî hin kom dixwazin dansê vejînin û swîng li cîhanê belav dibe.

Di sala 2017’an de mamosteyên swîngê Nazli Barutçu û Hakan Durak biryar didin ku li bakurê Kurdistan Amedê dest bi perwerdeya dansa swîngê bikin. Bi atolyeyan dest bi xebata dansê dikin. Salek berê jî cihekî digirin û bi awayekî rêk û pêk heta niha perwerdeya dansa swîngê didin.

Mamosteya dansa swîngê Nazli Barutçu der barê swîngê de axivî û diyar kir ku swîng destêpêkê rastî nêzîkatiyên cudakariyê tê û wiha got:“Wê demê pirsgirêka herî mezin nijadperestî ye. Lewra yên ku muzîk û dansa swîngê dikirin reşik bûn. Salon jî du beş in; yên reşikan û yên spiyan. Piştî ku nijadperestî kêm dibe êdî salonên dans û muzîkê ji her kesê re tên vekirin.”

Nazli behsa rola jin û mêran a di dansa swîngê de kir ku berê rola jin û mêran cuda bûye lê roja me ya îro ji rolên zayendî wêdetir, wek rola di dansê de tê binavkirin û got: “Navê rolan ên gerdûnî Leader û Fllower (Rêber û Şopîner) in. Ev zîhniyetekê jî nîşan dide; jin an jî mêr hem dikarin bibin rêber hem jî şopîner.”

Nazli Barutçu amaje pê kir ku swîng danseke bi pirdiyalog e û jixweberî li pêş e. Her wiha Barutçu anî ziman ku di swîngê de aliyekî raser na lê wekhevî heye û wiha axivî:“Em dibêjin cihê dikaribî lê dansê bikî mala te ye. Ji bo me girîng e ku meriv dikaribe li qadên bo gel vekirî dans bike. Dans polîtîk e. Mesela em nikarin li ber saziyên dewletê dansê bikin.”

Barutçu diyar kir ku hemû dans hest û ramanan tînin ziman û di navbera dansa swîng û govendê de jî aliyên hevpar hene û wiha dirêjî da axaftina xwe:“Dans rêbazeke xwepênasekirina azadiyê ye. Di govend û swîngê herduyan de jî jixweberî heye. Li gor min heke mirov çandeke din fêr bibe mirov dikare xwe bi pêş bixe û çanda xwe hîn baştir jî fêr bibe. Dema fêrî zimanekî bibî, dikarî zimanê xwe dewlemedtir bikî. Ji bo pêşketina kesayetî jî ev girîng bo min. Em xebatên xwe bi kurdî jî dikin. Ez û gelek hevalên xwe hewl didin fêrî govend û zimanê kurdî bibim.”

Barutçu têkildarî bandor û tercîhkirina dansê destnîşan kir ku dans bi serê xwe tiştekî xweş e û wiha domand: “Dema tu dansê dikî di bedena te de serotonîn, endorfîn û dopamîn pir dixebitin û bi vî awayî tu pê kêfxweş dibî. Pêdiviya te bi hêvî û kêfxweşiyê. Danseke sportîf e û belkî ji ber vê jî tê hezkirin. Min ji ber van sedeman dansa swîngê tercîh kir.”

Barutçu destnîşan kir ku wan dest bi perwerdeya zarokan jî kiriye û wiha got: “Niha 90 xwendevanên me yên aktîf hene. Heta niha nêzî 150 kes fêrî vê dansê bûne. Dans mirov azad dike û bandoreke erênî li mirovan dike.”

Berutçu di dawiya axaftina xwe de, bi taybetî bang li jinan kir ku ew dixwazin jin dansê bikin û her çandê nas bikin.